Êrîşkarê Manchesterê ji Tirkiyeyê çûye

Hat diyarkirin ku êrîşkarê ku bajarê Mancehsterê di nav xwînê de hiştiye, ji ser Tirkiyeyê derbas bûye.

Li gorî AFP û Reûtersê rayedarekî Tirk mikur hatiye ku êrîşkarê li Manchesterê ji Balefirgeha Ataturkê ya Stenbolê derbasî Ewropayê bûye.

Rayedarê ku navê wî nehatiye dayîn got:“Ez dikarim piştrast bikim ku ji Balefirgeha Ataturkê ya Stenbolê derbas bûye.” Heman rayedarî diyar kir ku beriya êrîşa Manchesterê servîsên îstîhbaratê tu agahî nedane Tirkiyeyê.

Rayedarê asta bilind diyar nekir ku êrîşkar ji ku hatiye û kîngê ji ser Stenbolê derbasî Ewropayê bûye.

Di êrîşa Manchesterê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji 60 kesî zêdetir jî birîndar bûbûn.

Serokwezîr Theresa May diyar kir ku êrîşkar Salman Ramadan Abedî ye û li Keyîtiya Yekgirtî ji dayîk bûye. Wezîrê Karê Hundir Amber Rûdd diyar kir ku êrîşkar ji aliyê servîsên ewlekariyê tê naskirin û wisa xuya dike ku tena serê xwe tevnegeriyaye.

Li gorî nûçeya AFP’ê êrîşkar Salman Abedî beriya êrîşê bi çar rojan li Lîbyayê bûye. Balefirgeha Ataturkê yek ji wan balefirgehan e ku bi awayekî yekser diçe Lîbyayê.

Li gorî rayedarekî Trablûsê bavê Abedî endamekî çalak ê Koma Şervanên Îslamî ya Lîbyayê bû. Ev kom li hemberî rejîma Mûammer Qaddafî bû.

Piştî êrîşî li Keyîtiya Yekgirtî heft, li Lîbyayê jî du kes hatin binçavkirin. Di nav van kesan de bira û bavê êrîşkar jî hene.

Hatibû diyarkirin ku gelek êrîşkarên ku li Ewrûpayê êrîşan dikin, ji ser Tirkiyeyê derbas bûne. Bi taybetî kesên ku êrîşên Parîs û Brukselê kiribûn, ji Tirkiyeyê derbas bûbûn.