Li Îngîltereyê Kurd meclîsên xwe xurtir dikin
Kurdistaniyên li Îngîltereyê dijîn, bi avakirina meclîsên nû re rêxistinên xwe xurtir dikin.
Kurdistaniyên li Îngîltereyê dijîn, bi avakirina meclîsên nû re rêxistinên xwe xurtir dikin.
Li Îngîltereyê kongreyên meclîsan didome. Îro Meclîsa Gel a Kurd a Sheffield-Doncasterê ya li Bakurê Îngîltereyê kongreya xwe ya avakirinê lidar xist û meclîsa xwe a ku ji 37 kes û 6 komîsyonan pêk tê, îlan kir.
Kongreyê bi rêzgirtinê destpê kir û piştre jî pêvajoya siyasî û rêxistinbûyîn hate nîqaşkirin. Di kongreyê de qala Neteweya Demokratîk, pergala konfederal a demokratîk û kêmasiyên xwedîlêderketina Sûr û Cizîrê hate kirin.
Komîsyonên rêxistinkirin, karên derve, jin, ciwan, heq û edalet û maliyeyê hatin damezirandin û Bêrîvan Kurdî û Metîn Aslan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.