Gelek xwendevan hatin binçavkirin

Li Stenbolê di encama serdegirtina mal û wargehên xwendevanan de, gelek xwendevan hatin binçavkirin. Li Amed'ê jî xwendevanek hate binçavkirin.

Polîsên Tirk li gelek navçeyên Stenbolê şevê dî bi derengî  bi ser gelek malan de girtin. Heman demê bi wargehên xwendevanan de jî girtin. Di serdegirtinên mal û wargehên xwendevenan  de gelek xwendevan û ciwan hatin binçavkirin. Navê hinek  ciwanên ku hatîne binçavkirin wiha ne; Mazlûm Karagoz, Kemal Yonet, Vûral Ûlûgana, Nûray Îşçen.

Polîsan li navçeya Yenişehir a navenda Amedê jî ser bi wargehên  xwedevanan de girt, xwendevanê bi navê Bûrhan Atîz yê ku  Beşa Sosyolojî ya Zanîngeha Dîcleyê dixwîne hat binçavkirin.