Ji bo Mistefa li Osloyê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin

Ji bo lîderê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, li salona civînê ya Xaça Sor a li paytexta Norwêc Osloyê, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.

Tevî Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, nûnerên partiyên Kurdistanî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osloyê Begard Kurdistanî li merasîmê axivî. Kurdistanî diyar kir, Newşîrwan Mistefa ji bo demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê, li dijî bertîl û gendeliyê têkoşiya.

Nûnerê Tevgera Goran ê Norwêcê Aso Kurdistanî ji ANF'ê re axivî û anî ziman, Newşîrwan Mistefa gelekî xebitî ji bo hemû partiyên li Kurdistanê xwe nêzî hev bikin. Nûnerê Goran diyar kir, Mistefa timî red dikir ku bi dewletên dagirker re bixebite. Kurdistanî got, "Tirkiyeyê du caran Mistefa vexwend; lê Mistefa her carê ev vexwendin red kir."

Nûnerên KNK, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Oslo, YNK, Pêşmergeyên Derîn û PDK-Î jî li merasîmê axivîn.