Sêlingên bereya faşîzmê
Tirkiye ya niha bi êrîşa Tayyîp Erdogan-Bahçelî û Huda-Parê ya sêbere re rûbirû ye. Ji xwe, Tayyîp Erdogan her cara ku devê xwe li gotinê vedike, malavahiya hevparên xwe Bahçelî û Huda-Parê dike.
Tirkiye ya niha bi êrîşa Tayyîp Erdogan-Bahçelî û Huda-Parê ya sêbere re rûbirû ye. Ji xwe, Tayyîp Erdogan her cara ku devê xwe li gotinê vedike, malavahiya hevparên xwe Bahçelî û Huda-Parê dike.
Dema ku Tayyîp Erdogan van rojên dawiyê pêwîst dibîne ku malavahiya hin derdoran bike, ileh navê Huda-Parê jî hildide. Dema malavahiya Huda-Par û MHP´ê dike hin armancên wî hene. Li aliyekî hewl dide tesîrê bike li bingeha girseyî ya MHP´ê li aliyê din dixwaze Huda-Parê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi kar bîne.
Huda Par çi ye ku Tayyîp Erdogan sereqet malavahiya wê dike? Huda-Par Hizbulkontraya salên 1990´î ye. Ji ber ku van bi sedan welatparêz qetil kirin, xelkê navê Hizbulkontra li van derdoran kir. Dewletê salên 1990´î ev li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi rêxistin kir, û xiste dewrê. Di çavdêriya dewletê de û bi alîkariya wê li her devera Kurdistanê mirov kuştin; komkujî kirin. Derdor û kesên Îslamî yîn mîna wan nafikirin jî qetil kirin. Ev çeteyên kontra yên salên 1990´î ku niha Huda-Par in, mirovên ku qetil kirin, li binê mal û di hewşên malên xwe de veşartin. Bi mehan van xaniyên gorî di çapemeniyê de cihê xwe girtibû.
Derketiye holê ku Tayyîp Erdogan û derdorên li hawîrdora wî destek dane van komkujiyên Hizbulkontrayê yên salên 1990´î. Ji xwe, saziyên çapemeniyê yên derdorên Îslamî, salên 1990´î ev komkujiyên bi navê kuştinên fail nediyar, rexne nekirin; li ber van komkujiyan ranebûn. Heta, ev mirov-kujî bi rê ve birin û ew rewa nîşan dan. Niha dixwazin şêwazê salên 2010´î yê van şebekeyên mirov-kujiyê li dijî Tevgera Azadiyê bi kar bînin.
Vê rastiyê nîşan da ku zihniyeta Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê xwedî heman zihniyeta salên 1990´î ya ekîpa Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar in. Di navbera vê koma ku wan salan xwest Kurdan bi cendereya qirkirinê tine bike û koma Tayyîp Erdogan de ti cihêtî û cudatî tine. Bi tenê, li gorî dem û mekanî cudatiyên rêbazê hene. Heta, li dijî bipêşketina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, rêbazên hatin bikaranîn her çû berfirehtir bûn. Li tecrûbeyên berê yên qirkirinê, rêbazên qirkirinê yên nû hatin zêdekirin. Niha li gorî Hizbulkontraya salên 1990´î, bêhtir alîkariyê didin Huda-Parê. Tetikkêşiya salên 1990´î niha êdî pirralîtir bûye. Niha gelek derfetan didin van kontrayên nû. Destekeke ji ya salên 1990´î bêhtir a dewletê didin wan. Ev hêzên ku berê esasen tetikkêş bûn, ji ber ku nêzî zihniyeta AKP´ê ne, îro weke hêza îdeolojîk û propagandayê jî tên bikaranîn.
Hevpariya zihniyetê kiriye ku peywendiyên qirêj ên di navbera Tayyîp Erdogan û Hizbulkontraya nifşê nû de zêdetir bibin. Dema ku yekane armanc tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd be, hingê her şêwaz karê qirêj bi îhale dane vê Hizbulkontraya nû. Tirkiye ya niha bi êrişa Tayyîp Erdogan-Bahçelî û Huda-Parê ya sêbere re rûbirû ye. Ji xwe, Tayyîp Erdogan her cara ku devê xwe li gotinê vedike, malavahiya hevparên xwe Bahçelî û Huda-Parê dike. Ev malavahî ne tenê ji bo dengên 16´ê Nîsanê dayîn e; wî bi van re tifaq kiriye li ser esasê dijminatiya hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiyê ya Kurd. Ev sêlingên dîktatoriya faşîst a komkujer e. Hizbulkontra DAIŞ´a salên 1990´ê derketî meydanê bû. Rêbazên wê û yên DAIŞ´ê weke hev bûn. Bi vê rengê xwe Hizbulkontra pêşî û pêşenga DAIŞ´ê ye. Dema ku mirov bi zihniyet û kirinên wan dakeve, mirov dikare pirsa, ka cudatiya di navbera Hizbulkontra û DAIŞ´ê de çi ye, bike. Ya rastî, zihniyet weke hev e; bi tenê navên wan guhertî ne. Jixwe, dema mirov tiştên salên 1990´î Hizbulkontrayê kirî, li ber ên DAIŞ´ê bigire, bipirse ka kîjan zalimtir e, hingê mirov wê nikaribe wan ji hev cihê bike.
Tayyîp Erdogan çima malavahiya Huda-Parê dike? Ji bo çi meydanê li Kurdistanê li van vedike? Çima derfetên şaredariyan ku wê bi qeyûman dest danî ser wan, dide van? Heger ev ne dijminê Kurdan bin, gelo Tayyîp Erdogan dê van evqasî xwedî bike? Tayyîp Erdogan çawa ku li dinyayê digere û dijminatiya Kurdan dike, tevahiya têkiliyên xwe li ser dijminatiya Kurdan ava dike, têkiliyên xwe yên bi Huda-Parê re jî li ser dijminatiya Kurdan ava dike. Têkiliyên wî yên bi Devlet Bahçeli re li ser çi ava bin, yên bi Huda-Parê re jî li ser heman tiştî ava ne. Ev jî dijminatiya Kurdan e. Yên ku niha bi Tayyîp Erdogan re dost in, bi tenê dijminê Kurdan in. Kî dijminatiya Kurdan neke, Tayyîp Erdogan jî dijminê wan e.
Tê zanîn ka Tayyîp Erdogan dostê kê ye û dijminê kê ye. Tayyîp Erdogan ji ber çi bi kesên din re dost be, ji bo çi têkiliyên wî bi wan re baş bin, ji ber heman sedemê têkiliyên wî hene bi Huda-Parê re. Ev jî dijminatiya demokrasiyê û dijminatiya Kurdan e. Çawa ku salên 1990’î Hizbulkontra xencerek bû di pişta Kurdan de çikiyayî, niha jî Tayyîp Erdogan dixwaze Huda-Parê mîna xencerekê di pişta Kurdan de biçikîne. Sedema ku malavahiya Huda-Parê dike jî û ya ku derfetên dewletê dide Huda-Parê jî ev e.
Çawa salên 1990’î dewletê gelek sîxur xistin nav Hizbulkontra û ew xist xizmeta dewletê; niha jî zilamên Tayyîp Erdogan, Gladyoya Qesrê û Hakan Fidan, sîxurên wan Huda-Parê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi kar tînin. Huda-Parê amade dikin da ku ji sûc û gunehên salên 1990’î bêhtir sûc û gunehan bike.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA