Di protestoyên G20 de Kurd jî wê hebin
Saziyên Kurdan jî wê tevlî çalakiyên protestoyê yên mezin ên dijî Civîna G20’ê bibin, ku 7-8’ê Temûzê li Hambûrg a Elmanya wê civîna G20 pêk were.
Saziyên Kurdan jî wê tevlî çalakiyên protestoyê yên mezin ên dijî Civîna G20’ê bibin, ku 7-8’ê Temûzê li Hambûrg a Elmanya wê civîna G20 pêk were.
Beriya civîna G20 û di dema civînê de jî, ku 7-8’ê Temûzê wê li Hambûrgê ya Elmanya pêk were, protestoyên mezin ên li dijî G20’ê wê çêbibin û saziyên Kurdan jî wê di van protestoyan de bi rengê xwe hebin.
Di daxuyaniya hevpar a NAV-DEM, YXK, TJK-E, Cenî, ISKU, TATORT Kurdistan, Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad de hate gotin, di G20’ê de, ‘’em ê nîşan bidin bê ka em ji jiyanê çi fêhm dikin’’
Di metna bangawaziyê de a bi navê ‘’Li dijî şerê wan ji bo aştiyê xwe birêxistin bike’ ku bi Ingilizî, Elmanî, Kurdî, Tirkî hate amadekirin , hate gotin welatên G20 ji bo sûda mirovahiyê û ekolojiyê ti xizmeta wan çênabe.
Di metnê de hate gotin, ‘’Di 7-8’ê Temûzê de bi gotina wan ‘ên ku serwerên dinyayê ne’ ku hatin cem hev, wê ji bo sûda mirovahiyê û ekolojiyê wê ti encamê nestînin. Krîza modernîteya kapîtalîst pir giran e. Nîjatperestî, endustrîyalîzm û yekdestî hemû civakan û bingehê wan bixwe jî tine dike.
Di metna bangawaziyê de hate gotin, firotina çekan, nîjatperestî û şowenîzm zêde bûye. Her wiha ji bo ku faşîzma Erdogan jî bi rehetî di civînên wiha de cihê xwe digire rexneyên tund hatin kirin.
‘NETEW-DEWLET JI MÊTINA GELAN BERPIRS IN’
Di metna bangawaziya protestoyê de hate gotin netew-dewlet ji mêtina civakan berpirs in, kirinên faşîzma AKP’ê yên li Tirkiyê êdî tê xwestin ku bi modêla serektiyê were normalîzekirin.
Her wiha hate gotin, ‘’li gorî me civaka ku mêtin em baş pê dizanin ku netew-dewlet ti caran gelan temsîl nakin’’
TÊKILIYÊN ELMANYA Û TIRKIYÊ
Di metna bangawaziya protestoyê de polîtîkaya dewleta Elman a bi Tirkiyê re hate bibîrxistin û hate gotin beriya her dengdanê Serokwezîra Elmanya Angela Merkel tê Enqerê û bi vî rengî destekê dide rejîma AKP’ê û Erdogan, wiha hate gotin: ‘Tam weke serdana 2015’an a beriya hilbijartinê ya bi mebesta destekê bide Erdogan, Merkel beriya bi çend heftiyan jî, beriya referandûmê çû Tirkiyê. Bi vî rengî jî hevkariya dewleta Tirk û Elman hate nîşandan.’’
‘EM Ê NÎŞAN BIDIN KU EM JI JIYANÊ ÇI FÊHM DIKIN’
Di metnê de hate gotin beriya ku bibin desthilatdar û dewlet jî jiyan pêkan e û banga tevlêbûnê li çalakiyên beriya Civîna G20 û çalakiyên di dema civînê de kir.
Di metna hevpar de hate gotin: ‘’Bêyî ku mirov bibe dewlet û desthilatdar jî jiyan pêkan e. Demokrasiya ji jêr ber bi jor ve, ekolojî û wekheviya zayendiya civakî li Rojava ji mêj ve dest pê kiriye. Di dest me de ye ku em vê berxwedanê biparêzin, mezin bikin û ya ‘nû’ ava bikin. Dema ku Trûmp, Erdogan, Merkel û ên din hatin Hambûrgê em ê nîşanî wan bidin bê ka em çi difikirin û ji jiyanê çi fêhm dikin.’’
Beriya civîna G20 ku 7-8’ê Temûzê wê çêbibe, çalakiya herî mezin a protestoyê wê 2’yê Temûzê were kirin.