Bi nameyekî bombekirî êrîşî serokwezîrê berê yê Yewnanîstanê hate kirin
Hat diyarkirin ku bi nameyekî bombekirî êrîşekî li hemberî serokwezîrê berê yê Yewnanîstanê Kûcas Papademos hate kirin.
Hat diyarkirin ku bi nameyekî bombekirî êrîşekî li hemberî serokwezîrê berê yê Yewnanîstanê Kûcas Papademos hate kirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Enformasyona Yewnanîstanê Nîkos Papas ve hate kirin, li Atînayê di wesayîta Papademos de teqînek pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Papademos û ajokar “Bi awayekî cidî birîndar” bûne.
Li gorî nûçeya di kenalê ERT’ê de ya girêdayî raya giştî ye, êrîş bi rêya madeyên teqemeniya ku di nameyekê de bi cih kirin, pêk hatiye.
Wezîrê Enformasyonê Papas ê ku ji kenal re axivî diyar kir ku ev êrîş wan xisteye di nava ‘şokê’ de û weke ‘êrîşekî di asta dijminahiyê de” pênase dikin û bûyerê mehkûm dikin.
Papademos ê ku salên dirêj weke Cigirê Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Ewropayê erkdar bû, di mijdara 2011 heta Gulana 2012’an de bi hikûmeta koalîsyonê serokwezîrtî kiribû.