Li Swîsreyê Bayraktaroglû û Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn

Li pêşiya Parlamentoya Basel a Swîsreyê, fermandarê DKP-BOG Ûlaş Bayraktaroglû ku li Reqayê jiyana xwe ji dest dabû û Şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, di şexsê fermandarê DKP-BOG Ûlaş Bayraktaroglû de Şehîdên meha Gûlanê hatin bîbîranîn. Li ber stranan, pankart û mûm hatin berdan, pêkhateyên TŞYG bi alên xwe cihê xwe di çalakiyê de girtin. Li qadê piştî rêzgirtinê, li ser navê nûnertiya PYD-Basel û TŞYG-Swîsre axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de ku li ser navê TŞYG-Swîsre hatî kirin wiha hat gotin; "Di şexsê Fermandarê  Hêzên Azadiyê yê Yekbûyî û DKP'ê Ûlaş Bayraktaroglû de ku li   Rojava li dijî çeteyên dindarên faşîst dema ku şer dike, şehîd dikeve. Ji bo bîranîna hemû şehîdên Meha Gulanê em li vir kom bûne.

Meha Gulanê, li xaka Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek şervanên tekoşînê li dijî dewleta faşîst ji bo şoreşê, ji bo sosyalîzmê şer kirin û şehîd bûn.

Rakirina alaya têkoşînê ya ku wan ji me re hiştî, jiyandina mîrateya ku wan dewrî me kirin, geşkirina wê, sefrirazkirina wê deynê li ser stûyê me ye û teqez e ku em ê vê bi ser bixin.’’

Di bîranînê de ji bo şervanên BOG’ê  Bedrettîn Akdenîz ku 25’ê Gulana 2015’an û Mahîr Arpaçay ku 2’yê Hezîrana 2015’an jiyana xwe ji dest dabûn û di Berxwedana Kobanê de cih digirtin jî belavok hatin belavkirin.