Fermandarê Îranî li Mûsilê hat kuştin

Hacî Şeban Nesirî ku fermandarekî Îranî yê û li ser serê Heşdî El Şebî bû di operasyona Mûsilê de hat kuştin.

Li Mûsilê dema ku operasyona li ser taxên dawî yên di destê DAIŞ’ê de berdewam dikir, hate ragihandin ku fermandarekî bi asta bilind ê Îranî ku operasyona Heşdî El Şebî yê li ser bajarokê Beacê ya Mûsilê bi rê ve dibir hatiye kuştin.

Li gorî nûçeyên malperên ku nêzî Mihafizên Şoreşê yên Îranê (Pasdaran) ne, fermandarê Îranî yê bi ritbeya general Hacî Şeban Nesirî li Beacê hatiye kuştin.

Tê gotin Nesîrî yê ku berê li Sûriyê jî şer dikir damezirînerê Tugayê Bedîrê ye.