Hempîşeyan ji bo Tahîr Elçî yê hatî qetilkirin di çalakiyê de bûn

Baroya Amedê, ji bo serokê xwe yê hatî qetilkirin vê hefteyê jî di çalakiyê de bûn.

Baroya Amedê ji bo ku nedîtina kiryarên Tahîr Elçî yê Sûrê hate kuştin şermezar bikin û bi daxwaza lêpirsînekî berfireh li ber Edliyeya Ademê cara 78'emîn çalakî lidar xist û daxwaza "edaletê" kirin. Di çalakiya gelek parêzer bi cubeyên xwe ve beşdar bûn de endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Velat alan axivî û got ku ew 78 hefte ne li edaletê digerin.

‘DI DOSYAYÊ DE TI PÊŞKETIN ÇÊNEBÛYE’

Alan anî ziman ku salek û nîv e kiryarên Elçî dernekiye holê, di dosyayê de tI pêşketin tuneye, ev yek wijdana civakê diêşîne.

Alan li hemberî guhertina navê Tahîr Elçî yê ji aliyê qeyûm ve li navçeya Şax a Wanê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ev êrîşek e. Alan diyar kir ku ew ê navê Elçî bidin jiyankirin û dev ji lêgerîna xwe ya "edaletê" bernedin.

Pİştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.