ÎHD’ê û TÎHV’ê rapora Geverê ragihand

ÎHD’ê û TÎHV’ê rapora têkildarî terora Geverê ya bi destê AKP’ê ku 79 rojan domkirî weşand. Di raporê de hate gotin malên gel hatine talankirin, 53 kesên ku hatin kuştin li Erzerûmê li Goristana Bêkesan hatine veşartin.


Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHC) têkildarî pêvajoya 3’yê Adar û 30’ê Gulanê ya 79 rojî ya ku li Geverê hatî jiyîn, bi rapora bi navê Rapora Çavdêriyê ya Gever, Colmergê weşand.

Di raporê de hate gotin her ku ber bi nava bajêr de diçin dîmenên şer hatine ber wan û wiha hate gotin: ‘’Mirov dikare bibêje ku bajar bi temamî hatiye şewitandin û derb xwariye. Mal, bi taybetî jî kargeh, dibistan, mizgeftan ziyan dîtine.’’
 

Di raporê bal hate kişandin ser nivîsên nîjatperest ên li malan û hate gotin ev nivîs ji hêla hêzên şer ên Tirk ve hatine nivîsin û hate gotin malên gel kirine rewşeke wiha ku mirov nikare lê debar bike û her wiha Walitiyê destûr nedaye ku malî li ber malên xwe kon vedin.

’53 CENAZE LI GORISTANA BÊKÊSAN A ERZEROMÊ HATIN VEŞARTIN’

Di raporê de têkildarî cenazeyên kesên ku jiyana ji xwe ji dest dane jî agahî hatin dayin. Têkildarî cenazeyan hate gotin li Geverê di dema şer de bi tevahî 78 cenaze anîne Saziya Tiba Edlî ya Erzeromê, ji van cenazeyan 25 jê ji hêla malbatên wan ve hatine naskirin. Her wiha hate gotin ji van cenazeyan 53 li Goristana Bêkesan a Erzeromê hatine veşartin, 3 ji van cenaeyan piştî encama DNA’yê radestî malbatan hatine kirin.

Li gorî raporê navên kesên ku cenazeyen wan radestî malbatên wan hatine kirin wiha ne;

Hayat Orhan (Wan İpekyolu), Zeynel Abidîn Oral (Bismil, Mollahuseyin), Yüksel Sumbull (Amed), Vahît Şahîn (Comermerg), Evîndar Kiliçaslan (Bedlîs, Tetwan), Ferhat Yaşa (Amed Yenikoy), Mustafa Ekîn (Amed, Yenikoy),Tulay Eren (Bedlîs, Norşîn), Habîp Akar (Amed, Baxlar), Kader Çoban (Amed, Yenikoy), Ferît Salcan (Mêrdî, Qoser, Pirmir), Altun Yaray (Bedlîs, Tetwan), Leyla Dayangaç (Amed, Yenikoy), Yusuf Aşan (Colemerg), Mehmet Şerîf Akdogan (Wan), Nadir Guneç (Wan), Seracettin Menafoglu (Gever Tiloral), Jêhat Dogma (Wan), Veysel Bayram (WAn), Serhat Akpolat (Mûş, Kawar), Evîn Akçelîk (Colemerg, Gever), Talîp Bartin (Colemerg, Gever, Civiyan), Ercan Atar (Colmerg), Emre Onver (Colemerg, Gever) Abdulkadir Çelîk (Amed, Qulp)

 

Têkildarî cenazeyên nû agahiyên ku di raporê de cih digirin wiha ne:

*Recep Ozbay ji bo kurê xwe Bawer Ozbay yê ku jiyana xwe ji dest dayî mînaka DNA’yê daye û cenaze radestî malbatê hatiye kirin.

*Makbûle Kurt ji bo kurê xwe Davût Kurt ku jiyana xwe ji dest dabû mînaka DNY’ê daye û li benda encamê ne. Malbatê her çendî cenazeyê Davût Kurt teşhîs kiribû jî cenazeyekî ji Patnosê radestî malbatê kiribûn û ew veşartibûn jî.
*Mahmût Salazer ji bo ku kurê xwe Mevlût Salazer mînaka DNA’yê dabû lê cenazeyê jinekê dabûne malbatê. Dema ku cenaze hatî şiştin pê derxistine ku şaşîtî çêbûye û dîsa cenaze şandine Erzeromê. 29’ê Hezîrana 2016’an ji bo ku cenazeyê xwe bistînin dîsa serî lê dane.
*Cafer Kamerî, Kudret Ertaş, Şemsîhan Yucan, Vedat Çelîk û Selahattîn Ozer mînakên DNA’yê dane û li benda encamê ne.
*Ji gundê Zewkan a Geverê 8 cenaze anîne Saziya Tiba Edlî ya Erzeromê.
 

*7 kes hatine teşhîskirin û radestî malbatên wan hatin kirin. 1 kes jî li Goristana Bêkesan hate veşartin. Malbatekê testa DNA’yê da.
*Ji dîroka 29’ê Hezîrana 2016’an ve li Goristana Bêkesan a Erzeromê 53 cenaze hene. Ji bo her cenazeyî gor hatine vekirin û nimro li wan hatine kirin. Lê dema ku cenazeyan didin malbatan tevlî hev dikin. Cenazeyên din didine malbatan, hin jê di dema veşartinê de diyar dibin û hin jê jî di dema şiştinê de. Ev jî ji ber wê sedemê ye ku dema gor têne vekirin ji malbatê yan jî ji parêzeran kesek li wir nîn e û destûra vê nadin.

* Her wiha bi biryara dozgeriyê xebatên dane cenaze piştî nîvro têne kirin û cenaze sibehî didin.
Di raporê de hate gotin: ‘’Di vê pêvajoyê de, hiqûqa netewî û navnetewî hatiye binpêkirin, binpêkirina mafê mirovan di asta herî giran de pêk hatiye, hiqûqa mafê mirovan û mirovî hatiye binpêkirin, delîl hatine tinekirin û di wan rewşan de ku sînora zemên hebe jî ne li gorî wê rêgezê çûne ku divê li gorî rêgezên sereke û azîneyên zanistî biçin. Li qadên ku bi qedexeya derketina derve têkiliya wan ji dinyayê hatiye qutkirin, ji bo ku were diyarkirin bê ka kuştin çawa çêbûye, ji bo ku were tespîtkirin bê ka bikaranîna hêza kujer ‘çareya dawî’ ye yan na û berpirsê wan were diyarkirin, divê lêpirsîneke bibandor û serbixwe were kirin.’’

Di raporê de hate gotin ji bo ku li ser mirinan lêkolîn werin kirin divê li gorî Protokola Otopsiyê ya Mînnesota biçin ku belgeya sereke ya Neteweyên Yekbûyî ye û wiha hate gotin:

‘’*Divê binpêkirina mafê mirovî û mafê mirovan ên giran bi baldarî were lêkolîn.

*Divê berpirsyariya hiqûqî ya di dema qedexeya derketina derve de ku li dijî destûrê û qanûnên heyî hatî kirin were şopandin.

*Di dema qedexeya derketina derve de yên ku cara pêşî hatine binçavkirin nehiştine ku parêzerên xwe bibînin, bi dîtbariya ji dûr ve û sîstema bideng parastina xwe kirine û ev li dijî CMK’ê ye. Xebatên edlî bi vî rengî hatine şehtkirin.

*Ragihandinên herêmên şapeyê û camewerîkirina bi lez û bez wê bibe sedem ku delîl ji holê rabin, rastî werin veşartin û rê li ber binpêkirinên wiha bikin ku telafiya wê nikare were kirin.’’