Aqubeta windayan hat pirsin: Edalet nebe aşitî ji nine!

Parazvanên mafê mirovan û malbatan li Amedê ji bo windayan lêgerina edaletê berdewam kirin.

Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya “Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 433’an domandin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hilgirtin û pankarta mezin a wêneyên windayan li ser hate vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û li Tirkiye yê edalet bi dîtina windayan û darizandina kiryaran derbas dibe.

'DEWLETE DIZANE'

Bîlîcî diyar kir ku ew bi xizmên windayan re roja yekem a meha Remezanê çalakiya xwe ya ji bo windayan didomînin û wiha axivî: “Bila bê edaletî û bê huqiqî dawî bibe. Dewlet kiryarên windayan dizane. Hemû îktîdarên heya îro dixwastin ser vê yekê bigirin, tu caran berçav negirtin. Her dem bûn şîrîkê sucên mirovahiyê.”

Bîlîcî bi lêv kir ku rêya aştî û çareseriyê ji dîtîna windayan û darizandina kujeran derbas dibe û wiha berdewam kir: “Sed sal jî derbas bibe, ji bo darizandina kujeran wext derbas nabe. Heya dewlet bi windayan re rû bi rû nemîne edalet pêk nayê.”

ÇÎROKA WAN

Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Mehmet Selîm Orhan, Cezayîr Orhan û Hasan Orhan ku di 24’ê Gûlan a 1994’an ji aliyê leşkeran ve bi gotina “Em rê nizanin, ji bo pirskirina rê bi xwe re dibin” hatin windakirin vegot. Çîrok ji aliyê kurê Mehmet Selîm Orhan yê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan ve hat amadekirin. Çîroka Yalçin vegot wisa ye: “Şevekê helîkopterek hat gundê Kevrekok. Ji gundiyan re gotin îşev ji malên xwe dernekevin û bi terorîstan re pevçûn heye. Saetên şevê helîkopterek din ji Licê hat û nêzî gund runişt. Piştre berê xwe da Pasûr û demek kin dubare vegeriya. Piştî helîkopter ji gund derket dengê çekan hat û piştî 15 deqeyan behnekê giran hat. Roja piştre şivan gazî gundiyan kir û dan zanîn ku mirovên kuşti li çoltera gund heye.

Em bi gundiyan re çûn çoltera gund û 8 kes hati bûn şewitandin. Muxtarê gund jî hati bû û piştre çû agahî da welatiyên Pasûrê jî. Cenaze nedihatin nasîn. Piştî çend rojan leşker hatin û gazî muxtar û gundiyan kirin, çalek vekirin û cenazeyan spartin.”

Di çîrokê de Adnan Orhan dibêje ku ew 23 salin goristana bavê wî tune ye û wiha got: “Xewn û xeyala min, ji bavê xwe re çêkirina goristanek e.”

Çalakî, piştî çîrokê bi rûniştina 5 deqeyan dawî bû.