CPT û ÎHD'ê tecrîda Îmraliyê gotûbêj kirin

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan bi heyeta CPT'ê ye hevdîtin kir.

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku bi heyeta CPT'ê re hevditin kir, diyar kir ku wan li ser piştî pêvajoya aştiyê axivîne û wiha got: "Me setema tecrîda Îmralî û asta ku welat hatiye vegot. Me xwest ku CPT di vê ferqê de be."

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT), bi armanca li qereqol, girtîgeh û navendên vegerê lêkolîn bikin heyetek şandin Tirkiye. Heyetê li Êlih, Sêrt, Amed, Enqere, Stenbol, Trobzon û Îzmîrê lêkolîn kir de girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê girtî ye heye. Heyeta (CPT) ya ji 6 kesan pêk dihat û serokatiya wê Wolfgang Heinz kir, di 10'ê Gulanê de hat Tirkiye û lêkolîn kirin û vegeriyan. Heyeta CPT'ê bi ÎHD'ê û TÎHV'ê re jî hevditin pêk anîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku bi heyeta CPT'ê re hevditin kir, diyar kir ku ew li ser piştî pêvajoya aştiyê axivîn û wiha got: "Me setema tecrîda Îmralî û asta ku welat hatiye vegot. Me xwest ku CPT di vê ferqê de be."

Ozturk Turdogan, anî ziman ku CPT ji bo rapora xwe ya salane pêk bîne ev ziyaret pêk anî û ne ziyaretek awarte bû. Ozturk da zanîn ku ev ziyaret li gorî yên berê bêtir dirêj bû û wiha got: "Hin pêkanînên ku divê Tirkiye di ber çavan re derbas bike hene. Li girtîgehan, navendên binçavkirinê, navendê vegerê îddayên êşkenceyê hene. CPT, ji bo îdîayên êşkence û binpêkirina mafan li cih lêkolîn bike û tespît bike hat."

'GIRTÎGEHA ÎMRALÎ DI ROJEVÊ DE BÛ'

Turkdogan, anî ziman ku di rojeva heyeta CPT'ê de êşkence û muameleya xirab a piştî darbeyê derket holê hebû û wiha got: "Mijara din a heyeta CPT jî rewşa Girtîgeha Îmraliyê û reşwa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di mijara tecridê de rojeva herî xwezayî ye. Li Girtîgeha Îmraliyê bi taybet li ser Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. CPT, rewşa Girtîgeha Îmraliyê dişopîne, lê der barê ziyaretê de ti agahî parve nekir. Me xwest teqez Girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike. Me xwest ji bo Abdullah Ocalan bigêje mafê xwe yê zagonî û hem jî ji bo Tirkiye ji vê rewşa şer rizgar bibe divê teqez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin me xwest CPT vê mijarê bixe rojeva xwe. Me ji CPT'ê re got ku piştî tîrmeha 2015'an ku şer hatiye destpêkirin û heta niha ji ber polîtîkayên şer gelek binpêkirinên mafên mirovan ên giran pêş ketine û me xwest CPT zanibe ku piştî tecrîdê dest pê kiriye şerê giran jî dest pê kiriye. Me binpêkirinên mafên mirovan ên 2 salan girt dest. Me anî ziman ku sedema vî şerî û van binpêkirinan tecrîda li Îmraliyê ye û me ji CPT'ê xwest bi israr li ser Girtîgeha Îmraliyê raweste."

Turkdogan, der barê eşkerekirina rapora CPT’ê de jî ani ziman ku li gori peymanê ger ku Tirkiye destûr nede nikare aşkere bike. Turkdogan, da zanîn ku rapora Konseya Ewropa ya der barê Tirkiye de jî nîşan dide ku Tirkiye di kijan astê de ye.