Li Viyanayê ji bo Şehîdên Gulanê Tûrnûvaya Fitbolê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo Şehîdên Meha Gulanê, Tûrnûvaya Fitbolê hate lidarxistin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê, tûrnûvaya fitbolê hate lidarxstin.

Tûrnûvaya ku ji aliyê Ciwanên Azad ên Viyanayê ve hatî lidarxistin, bi deqeyekî rêzgirtin ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn, destpêkir.

Piştî rêzgirtinê rêznameya 13 tîmen ku beşdarî tûrnûvayê bûyîn hat diyarkirn û tûrnûva destpêkir.

Li aliyê din ji bo zarokan jî aktivîteyên cuda hatin kirin, girseya ku hatî tûrnûvayê ji bo wan cihê seyrangehê hat avbakirin.

Di tûrnûvaya ku 13 tîman tekoşîn kirin de, Spora Rojava bû yekemîn.

Piştî ku tîmên qezençkirin, kûpayên xwe wergirtin, Koma Arîn konser da.