Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya KE wê îro bi mîtîngê biqede

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) tê lidarxistin, çar roj li pey xwe hişt. Çalakî wê îro saet di 13:00 de bi mîtîngeke girseyî biqede.

Çalakiya rûniştinê, ku roja Duşemê li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, ji aliyê Kongeya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê organîzekirin. Nûner û endamên meclîs û pêkhateyên KCDK-E û TJK-E tevlî çalakiyê dibin.

Di roja çaran a çalakiya rûniştinê de, ji Elmanya, Swîsre û Fransayê gelek kes tevlî bûn. Çalakgeran heta danê sibehê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm qîriyan.

Saet di 11:00 de, ji nûnerên TJK-E Newroz Serhed li ser xebatên meclîsên xwe yên li Ewropayê û rola wan, semînerek da. Serhed bi taybetî bal kişand ser girîngiya tevlîbûna jinan li van meclîsan.

Çalakger duh tevlî du bernameyên zindî yên Stêrk TV û Medya Haber bûn û nêrînên xwe anîn ziman.

HEVDÎTINÊN LI KONSEYA EWROPAYÊ DEWAM KIRIN

Li gel Kurdistaniyên li bajarên derdorê dijîn, her wiha gelek dostên Kurd ên Ewropî jî serdana çalakiyê kirin.

Danê êvarê jî, tevî Hozan Diyar, Hozan Şemdîn, Cewad Merwanî, Peyman Arjîn û Hozan Seyîdxan, gelek hunermend derketin pêşberî çalakgeran û hunera xwe pêşkêş kirin.

Wekî din, heyetek ji çalakgeran di nava rojê de bi delegasyonên welatên Konseya Ewropayê û parlamenterên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de, dosyayên li ser rewşa Ocalan, têkoşîna jinên Kurd û rewşa Şengal û Rojava hatin pêşkêşkirin.

WÊ ÎRO SAET DI 13:00 DE MÎTÎNGEK BÊ LIDARXISTIN

Çalakiya ku di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Ocalan tê lidarxistin, îro saet di 13:00 de wê bi mîtîngeke girseyî biqede. Tê payin ku ji gelek bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê Kurdistanî tevlî mîtîngê bibin.