Piştî meleyên saziya Diyaneta Tirk DÎTÎB'ê, ku weke şaxeke MÎT'ê li Elmanyayê dixebite, niha jî mamosteyên ku dewleta Tirk şandine Elmanyayê, di nava raya giştî û çapemeniya Elman de bûn cihê nîqaşê.
Piraniya mamosteyên ku ji bo dersa Tirkî bide zarokên koçber ên ji Tirkiyeyê yên li Elmanyayê, ji Tirkiyeyê tên. Ev mamosteyên ku ji wan re 'mamosteyên konsolosxaneyê' tê gotin, tevî ku li dibistanên Elman dersê didin, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Elman û rêveberiya eyaletan ve nayên kontrolkirin.
Hem şandina mamosteyan ji Tirkiyeyê, hem jî mufredata ku gotinên nîjadperestî yên weke "Çi kêfxweş e ew kesê ji xwe re dibêje 'ez Tirk im', "Her kesên li Tirkiyeyê dijîn Tirk e" bûne mijara nîqaşê. Rewşa dersên Tirkî, di konferansekê de ku wezîrên çand û perwerdeyê yên eyaletên li Elmanyayê tevlî bûn, bû mijara nîqaşê.
DERSÊN KONSOLOSXANEYÊ WÊ BIDOMIN
Lê belê wezîrên Elman biryar dan ku dersên ji aliyê konsolosxaneyan ve tên dayin bidomin. Wezîran îdîa kirin ku ev ders "xetere nînin" û tenê gotin, "Em dersan bi endîşe dişopînin."
Wezîrê Perwerdeyê yê Eyaleta Hambûrgê, ku ji SPD'ê ye, piştî civînê ji DPA re axivî û anî ziman ku endîşeyên wan hene; dersên konsolosxaneyê di çarçoveya îdeolojiya rejîma Erdogan de tên amadekirin. Wezîrê Eyaleta Bayernê yê ji CSU Lûdwîg Spaenle jî diyar kir, ku divê dersên Tirkî ji bo armancên siyasî û neteweyî neyên bikaranîn.
Partiya Çep jî li dijî biryara wezîran derket û xwest, hem mamosteyên Tirkî hem jî mufredata Tirkî ji nû ve bên nirxandin. Parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen bang li wezîrên perwerdeyê yên eyaletan kir û got, "Divê hikumeta federal û eyaletên Elmanyayê bi fikar in, ku destê dirêj ê Erdogan negihêjin sinifên Elman."
Berdevka Koma SPD'ê ya Eyaleta Berlînê Maja Lasîc jî da xuyakirin, ku di dersên konsolosxaneyê de pirsgirêk hene û nerazîbûn nîşanî biryara wezîran da. Lasîc xwest, mufredata perwerdeyê bi baldarî bê kontrolkirin û got, "Divê em pêşî lê bigirin ku welatên biyanî dest li sîstema me ya perwerdeyê wernedin."
40 HEZAR XWENDEKAR TEVLÎ DERSÊN KONSOLOSXANEYÊ DIBIN
Di dema dawî de, bi zêdebûna hejmara zarokên koçber ên ji Tirkiyeyê, hejmara dibistanên ku dersên Tirkî didin zêde bû. Ji ber ku hikumeta Elman mamosteyên Tirkî nikare peyda bike, li dibistanên gelek bajaran, mamosteyên ku konsolosxane wezîfedar dike, dikevin dewrê. Lİ gelemperiya Elmanyayê bi qasî 40 hezar zarok hkene ku ji mamosteyên Wezareta Perwerdeya Milî ya Tirk dersê dibînin. Hejmara mamosteyên Tirkî yên 'dilsozê' rejîma Erdogan in, bi qasî 500 e.
Li eyaleta NRW'ê derketibû holê, ku van mamosteyên navborî zexta sîxuriyê li zarokan kirine ku malbatên xwe yên li dijî Erdogan in, îxbar bikin.