Ji rêxistina sûc ber bi Alîkariya Serokê MHP’ê yê Bajêr

Cîhan Kayalp ê ku ji gendelî, navbeynkariya fihûşê, diziya berhemên dîrokê bi tevahî ji 26 sûcên cuda tê darizandin niha jî anîn ser Alîkariya Serokê MHP’ê yê Bajêr.

Cîhan Kayaalp ê ku li Amedê ji hêla Îstîxbarata Jandarma ve di gelek karan de hate bikaranîn, ji sûcên weke gendeliyê, xeracê, sextekariya di ewreqan de, navbeynkariya fihûşê, diziya berhemên dîrokî, diziya di xeta boriyê ya petrolê de  bi endamên Komeleya Tevgera Yekîtiya Hêzên Welatparêz re hate darizandin niha jî xwe li mitehitiyê rakişandiye anîn ser Alîkariya Serotiya MHP’ê yê Bajêr. Kayaalp ku bi rabirduya xwe ya tarî balê dikişîne ser xwe, ku diyar bû di ser şîrketa bi navê Kayaalp de bac diziya û ev bi raporên fermî diyar bûye, niha jî di şaredariyên qeyûmê de ketiye pey rantê.

Tîrmeha 2007’an bi desteka Jandarma bi ser şebeya sûç a ku bi navê Komeleya Tevgera Yekîtiya Hêzên Welatparêz pêşî li Amed û Enqerê xistin piyasê, li Amed û Eneqerê bi navê ‘Gîrdap’ê operasyon dane destpêkirin.

ULKUCÎ Û DIZÊ BACÊ

Di operasyonan de 26 kes hatin binçavkirin. Derbarê kesên ku hatine binçavkirin de îdîanameyeke ji 45 rûpelan pêk hatî hate amadekirin. Di îdîanameyê de ji 26 sûcên cihê, ku di nav de gendelî, xerac, sextekariya di ewreqan de, diziya berhemên dîrokê û hwd. hebûn, bi daxwaza cezayê girtîgehê yê 835 salan ceza hate xwestin.

HATIN BERDAN

16’ê Mijdara 2008’an li Dadgeha Cezayê Giran ê 6. ê Amedê Cîhan Kayaalp jî di nav de endamên çeteyê hatin berdan. Piştî ku hate berdan Kayaalp dest bi mitehitiyê kir û piştî bi salan ew anîn ser Alîkariya Seroktiya Bajêr ê MHP’ê. Kayaalp niha li ser şîrketa înşeatê di şaredariyên qeyûmê de li pey rantê ye.

ULKUCÎ Û DIZÊ BACÊ

Her wiha diyar bû ku Cîhan Kayaakp li ser Şîrketa Înşeatê ya Kayaalp diziya bacê kiriye.

Kayaalp bi nimroya bacê ya 5350113763 sala 2013 û 2014’an 3 caran, ji cureyên bacê yên 0001, 0015, 0032 11 hezar TL bac diziye.