HDP’ê li Mûglayê lêkolîn kir: Me li wir sûcê mirovayetiyê dît!

Têkildarî înfaz û êşkenceya li Mûglayê parlementerên HDP’ê Erol Dora û Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li wê derê sûcê mirovayetiyê hatiye kirin û jendirmeyan wêneyê vê êşkenceyê weşandine.

Heyeta HDP’ê ya ji bo lêkolîna înfaza bêdaraz û êşkenceyê çûbû Mûglayê li meclîsê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

DORA: ÊŞKENCE HATIYE KIRIN

Parlementer Erol Dora diyar kir ku ew ji bo lêkolîna bûyera di 4’ê Cotmehê de ya ku êşkence li 7 kesan hatibû kirin çûne Mûglayê û got: “Ev bûyer binpêkirina mafên mirovan e. Kelepçekirina ji paş ve û lêdan êşkence ye. Tê dîtin ku tiştên li vir hatine kirin li dijî peymanên navneteweyî û destûra bingehîn e.”

BEŞTAŞ: RAPORA OTOPSIYÊ HATE VEŞARTIN

Meral Daniş Beştaş jî got: “Me xwest em bi walî û dozger re têkildarî vê bûyerê bicivin. Ligel ku randevû dabûn me, piştre randevû betal kirin. Ev jî dide diyarkirin ku walî û dozger girêdayî kê ne.

Piştre em çûn saziya tipa edlî lê rayedar ne li wir bin. Li wê derê em bi malbatan re civiyan. Dozgerê lêkolînê jî li wir bû. Ligel ku me israr kir jî dozger biryara veşartî kir hincet û rapora otopsiyê neda. Bi zabitnameyekê cenaze teslîmî malbatan hate kirin. Malbatan diyar kirin ku, wan cenaze teşxîs kirine lê şopa şer û guleyan tune. Em jî niha sedema mirina wan nizanin. Ji malbatan re sedema mirinê nehatiye ragihandin.”

HEVDÎTIN BI BORA Û ODEYA TABÎBAN RE HATE KIRIN

Me Boraya Mûglayê ziyaret kir. Me diyar kir ku divê serweriya hiqûqê biparêzin û li dijî êşkenceyan helwest nîşan bidin. Me hevdîtin bi Serokê Odeya Tabîban û rêveberan re pêk anî. Wan diyar kirin ku têkildarî êşkenceyê di serlêdan ji bo wan nehatiye kirin. Eger bihata wê li gorî protokola Stenbolê muayeneyên wan bihata kirin.

Cara ewilê 4’ê Cotmehê dînenên êşkenceyê hatibûn serwîskirin. 5’ê Cotmehê jî kuştina 5 kesan derket holê. 4 jê biran e, yek jî pismam e. Yên ku tazî hatin lêgerîn jî ev kes bûn.

3 kes jî ji bo girtinê hatin sewqkirin

Vê sibehê walîtiyê destnîşan kir ku Îranî û Afganî ne. Ji beriya niha 5 kes hatibûn girtin lê têkildarî wan ti agahî me negirt. Ji bo me êşkence li kû dibe li ser kê were kirin em vê yekê qebûl nakin.

‘DÎMEN JENDERMEYAN KIŞANDIBÛ Û WAN SERVÎS KIRIYE’

Li gorî agahiyên me ji parêzeran girtî, dema ku ev kes tên binçavkirin tên tazîkirin, li ser zik tên dirêjkirin, lê dixin û êşkence lê dikin. Diyar kirin ku li wê deverê ti kesên sivîl nîne ku dîmen bikişînin û serwîs bikin. Yên ku jendermeyan êşkence lê kirin ji parêzeran re gotine ku dîmenên wan jî ji aliyê jendermeyan ve hatine kişandin.

 ‘MALBAT JÎ HATINE DERBKIRIN’

Piştî belavbûna van dîmenan, malbatan serî li emniyetê dane lê li emniyetê heqaret li wan hatine kirin. Parêzeran têkildarî êşkenceyê serlêdan kiribû. Ji bo tesbîtkirina şopên êşkenceyê yên kesên hatine binçavkirin xwest bên muaînekirin. Ev mafek bû lê dozgeriyê rê neda vê yekê. Bi îhtimalekî mezin ên di bin çavan de hê jî tên êşkencekirin.

‘PIŞTGIRIYA WEZARETÊ HEYE?’

Em bang li Wezareta Edaletê dikin; bi lezgîn van kesan muaîne bikin. Ev dîmen rûyê rast ê Tirkiyeya nû ye. Ev tê wateya îlana êşkence bi piştgiriya hikûmetê pêk hatiye. Hata niha têkildarî kesên êşkence kirîn ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dikarîn bêjîn lêpirsîn di derbarê kesên ku dîmen parvekirî de hatiye kirin. Yanî êşkence kirin serbest e, lê yên dîmenan parve dike qedexe ye.

Wezîrê Karê Hundir divê bi lezgîn van kesan ji peywirê bigire. Eger ku piştgiriyek hebe divê bi lezgîn bê zelalkirin.

Têkildarî kesên di bin çavan û hatin kuştin de ti agahiyê me nîne. Divê daxuyaniyek fermî bidin û neçarin agahiyên fermî bidin.

Ji duh ve hinek dezgehên weşanê nûçeyên wekîlên HDP’yî cenazeyên terorîstan pêşwazî dikin parve dikin. Ev hewldaneke ku êşkenceyê bi nixûmînin û ji derveyî lîstoke ya medyayê ya hikûmetê ne tiştek dine.