Komxebata KNK’ê ya Kurdên li Dîasporayê, li Holandayê bi hatina gel hev a sedan partiyên siyasî, rêxitin, dezgeh û kesayetên berniyas dewam dike. Di beşa duyem de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û diyar kir ku divê yekîtiya netewî bê avakirin û got: “Divê partiyên Kurd û rêxistin bên gel hev, bê ku destkeftiyên aliyekê bigirin dest, divê yekîtiyan netewî pêk bînin.”
Kartal destnîşan kir ku encamên komxebatê ji bo yekîtiya netewî wê gavên girîng bi xwe re bîne, diyar kir ku derdorên heta niha tevlî xebatê nebûne hêvî kir ku tevlî bibin.
‘YEKÎTIYA NETEWEÎ NE MIJAREKÎ SIYASÎ YE’
Kartal binî xet kir ku ji bo azadiya Kurdan yekîtî esas e û wiha pêde çû: “Yekîtiya netewî tenê bi partiyên siyasî ve ne sînordar e. Ji ber ku yekîtî ne siyasî ye. Ne mijareke tenê partiyên siyasî bên li ser gotûbêj bikin. Netew, civak û hê mezintir û berfirehtire. Divê hemû bawerî, kom û beş bên gel hev enceq dikare yekîtiya netewî pêk bîne. Yekîtiya netewî li ser esasê demokratîkbûnê awa digire. Eger li ser van esasan pêk were hemû beşên cuda û rengên cuda yên li Kurdistanê bigire nav xwe û enceq dikare encam bigire. Hemû beş dikare di bin vê sêwanê de dikare xwe îfade bike. Em ne parçeyek yan komkin. Divê em çar parçeyan esas bigirin. Ji her tiştî zêdetir divê em siyasetek netewî esas bigirin. Dîsa ji bo van hemûyan divê sazî û dezgeh bên avakirin.”
Kartal got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê em siyaseta demokratîk esas bigirin.” Kartal diyar kir ku divê gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn. Kartal destnîşan kir ku heta dewletên herêmê derfetên siyasî û diyalogê pêş nexin divê Kurd bizanibin xwe biparêzin.
‘OCALAN NIRXEKÎ NETEWÎ YE’
Heverokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di daxaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Abdullah Ocalan, nirxekî netewî ye. Ji bo wê divê li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya wî têkoşînê bikin.”