Merkel wê tekildarî Tirkiyeyê li Brukselê zextê bike!
Li Civîna Bilind a Lîderên Yekîtiya Ewropayê, ku wê di navbera 19-20'ê Cotmehê de li Brukselê bê lidarxistin, tê gotin ku Merkel wê têkildarî Tirkiyeyê zextê li welatên endam bike.
Li Civîna Bilind a Lîderên Yekîtiya Ewropayê, ku wê di navbera 19-20'ê Cotmehê de li Brukselê bê lidarxistin, tê gotin ku Merkel wê têkildarî Tirkiyeyê zextê li welatên endam bike.
Yek ji xalên girîng ên Civîna Bilind a Lîderên Yekîtiya Ewropayê, danûstandinên li ser endametiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê ye. Tê gotin, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, wê di çarçoveya pêkanînên li ser rejîma Erdogan de, ji bo pêvajoya danûstandinên endametiyê biqede, zextê bike.
Li paytexta Belçîka Brukselê, wê di navbera 19-20'ê Cotmehê de, bi beşdariya serokên hikumet û delwetên 28 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê civîneke bilind were lidarxistin. Di civînê de wê mijarên; xurtkirina hevkariya welatên Yekîtiya Ewropayê li qadên ewlekarî û aborî û paşeroja Yekîtiya Ewropayê bên nirxandin. Yek ji mijarên girîng ên civîna bilind, wê Tirkiye be.
MERKEL: BILA DANÛSTANDIN TAVILÊ BÊN SEKINANDIN
Yek ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê Handelsblatt ragihand, ku Serokwezîr Angela Merkel wê di civîna bilind de ji bo birîna danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re, bikeve nava hewldanan. Li gorî şîroveya rojnameyê, Merkel wê bixwaze danûstandinên bi Enqereyê re tavilê bê birîn û vê mijarê li nîqaşê veke.
Tê destnîşankirin, ku ji ber bernedana welatiyên Elman ên ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatine girtin, Merkel wê weke nerazîbûnekê, vê biryarê li Brukselê derxîne.
Kovara Der Spîegel, beriya niha bi çend rojan nivîsandibû ku di serî de Elmanya wê hin welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, di dema civîna bilind de ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bixwazin li ser Tirkiyeyê raporekê amade bikin bê çiqasî pîvanên endametiyê bi cih aniye. Hatibû ragihandin, ku ev rapor wê neyînî be û ji bo qedandina danûstandinên endametiyê wê zext bên zêdekirin.
Ji bo danûstandinên bi welatekî berendam re bê qedandin, pêwîste 28 welatên endam bêjin 'erê'. Li gle Elmanyayê, Awûstûrya, Hollanda û hin welatên Skandînavyayê, ji ber karnameya neyînî ya mafên mirovan a rejîma Erdogan dixwazin danûstandin bên birîn. Fînlandiya, Swêd, Estonya û Belçîka jî li dijî pêşniyara sekinandina danûstandinan e.
Tevî van nîqaşan jî, danûstandinên bi Tirkiyeyê re ji xwe ji sala 2016'an û vir ve di pratîkê de sekinî ne.
Tê gotin, biryara dawî ya li ser têkiliyên bi Enqereyê re wê, di Rapora Pêşketinê ya heta bihara 2018'an bê amadekirin de, diyar bibe.