Çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' bi daxuyaniya çapemeniyê qediya

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê, ku ji bo azadiya Ocalan roja Duşemê dest pê kir, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qediya. Di daxuyaniyê de hat gotin, çalakiyên ji bo azadiya Ocalan wê dewam bikin.

Çalakiya rûniştinê, ku roja Duşemê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, mîna ku hate plankirin piştî 5 rojan bi daxuyaniyeke çapemeniyê qediya.

Çalakî ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve hate organîzekirin û bi sedan endam û nûnerên van her du saziyan tevlî bûn.

Kurdistanî bi giranî ji Elmanya, Swîsre û Fransayê tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Di dawiya çalakiyê de mîtîngek hate lidarxistin û daxuyaniyek hate dayin.

KOÇ: ÇALAKIYÊN JI BO AZADIYÊ WÊ DEWAM BIKIN

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç di destpêka civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir, ku ji sê welatan bi sedan kes tevlî çalakiya wan bûne.

Koç bi bîr xist, ku sendîkavanên Îngilîz, nûnerên rêveberiyên herêmî yên Îtalyayê, ku welatîbûna rûmetê dane Ocalan, gelek kesayet û nûnerên saziyên Ewropayê piştgirî dane wan û destnîşan kir, ku çalakiyên ji bo azadiya Ocalan wê dewam bikin.

Koç anî ziman, ku hemû heyet û kesayetên biyanî bal kişandine ser nirxên mirovahiyê û rola Ocalan a di azadiya gelan de û destnîşan kir, ku azadiya Ocalan di vê çarçoveyê de girîng e.

Yuksel Koç anî ziman, ku wê jiyanek bêyî Ocalan qebûl nekin û got, piştî çalakiya 5 rojan wê têkoşîna xwe ya bi şiyara 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd re' bidomînin. Koç otobusa azadiyê jî bi bîr xist, ku roja Duşemê ji Strasboûrgê bi rê ket û wê li 33 bajaran bigere û ji bo çalakiya mezin a 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.

Gulê Ogûz jî bi navê TJK-E axivî û got, "Ji roja destpêkirina dîlgirtina Rêber Apo û vir ve gelê Kurd li qadan e. Ev têkoşîn, wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd roj bi roj bi biryardarî û vîna jinê, heta azadiyê bidome. Dîlgirtina Rêberê me, me hê bêhtir li azadiyê germ dike."

Nûnera TJK-E, ji bo çalakiyên li Kurdistan û Ewropayê yên ji bo azadiya Ocalan werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

CIWAN WÊ BI HER ŞÊWE FEDAKARIYÊ, TÊBIKOŞIN

Nûnerê Ciwanên Azad jî destnîşan kir, ku Ocalan ne tenê ji bo azadiya Kurdan, lê ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe.

Nûnerê ciwanan got, ciwanên Kurd wê jiyaneke bêyî Ocalan qebûl nekin û ji bo azadiyê jî bi her şêwe fedakariyê têbikoşin.

PYD: LIGEL ESARETA FÎZÎKÎ, RÊBER APO BI NÊRÎNÊN XWE DI NAVA GEL DE YE

Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî axaftin hate kirin û hat gotin, ku Ocalan digel esareta xwe ya fîzîkî jî bi nêrînên xwe di nava gel de ye û pêşengiyê dike. Nûnerê PYD'ê diyar kir, ku ew ê jî bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Ocalan têbikoşin û got, "Ocalan ne tenê ji bo me, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e û divê azad bibe."

5 ROJAN GELEK HEVDÎTIN HATIN KIRIN

Bi sedan nûnerên saziyên Kurdan û welatparêz, bi rengekî dorveger tevlî çalakiya rûniştinê bûn, ku 5 rojan dewam kir. Di dema çalakiyê de heyetek ji çalakgeran rûniştinên li Konseya Ewropayê şopand û bi parlamenterên Ewropî re hevdîtin kir.

Di van hevdîtinan de, dosyayên li ser şert û mercên Ocalan tê de ye, têkoşîna jinê û rewşa Şengal û Rojava radestî mûxataban hatin kirin.

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar, parlamenter û rêveberên herêmî yên Îtalyanî, Îngilîz, Fransayî û Elman jî di nav de bi dehan Ewropiyan piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê ragihandin û gelekan serdana çalakiya rûniştinê kirin.