Li Freîbûrgê ji bo azadiya Ocalan meş

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmayayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meş hate kirin.

Di çalakiyê de ku ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Freîbûrgê û Meclîsa Jin a Nûda ve hatî amadekirin bi sedan kes hazir bû.

Girse li medyana Freîbûrg Alte Synagoge kom bû û ji vir ber bi navenda bajêr ve meşiya. Girseyê di meşê de dirûşmên ‘bijî Serok Apo’, ‘Freiheit Für Öcalan Frieden Für Kurdistan’ berz kir û her wiha di meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin.

Piştî ku kortej gihaşte navenda bajêr li vir daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda dijî mirovî ya li ser Ocalan û hate gotin ji bo çareseriya pirsa Kurd û çareseriya gelek kêşeyên Rojhilata Navîn azadiya Ocalan xwedî roleke kilîdê ye û ev kêşe bê Ocalan çareser nabin. Piştî daxuyaniyê girse dîsa li meydana Alte Synagogê civiya û li vir piştî deqeyek rêzgirtinê belav bû.