Otobusa ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî roja 9'ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket, wê rojên Şemî û Yekşemê li Swîsreyê be.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swîsreyê (NCDK-Swîsre) bi vê wesîleyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de bang hate kirin, ku otobus bi rengekî girseyî û bi heybet were pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me û azadiya wî, êdî sebra me Kurdan nemaye. Em çiqasî li ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin, em ê ewqasî nêzî azadiyê bibin. Bi vê armancê, ji bo pêşwazîkirina otobusa 'Azadî ji Ocalan re' em bang li her kesî dikin ku rojên Şemî û Yekşemê tevlî çalakî û xwepêşandanan bibin."
CIH Û DEMA ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniyê, cih û dema pêşwazîkirina otobusê li Swîsreyê wiha ye:
14'ê Cotmehê roja Şemiyê: Zurîch, WerdmuhlePlatz, saet 11:30
14'ê Cotmehê roja Şemiyê: Basel, BarfusserPlatz, saet 14:00
15'ê Cotmehê roja Yekşemê: Cenevre, Place Bela-Bartot, saet 13:30