Komxebata Kurd a li Dîasporayê: Divê li dijî êrîşan bibîn yek

Komxebata ji derveyî PDK’ê ya bi tevlîbûna partî, rêxistin, nûnerên sazî û dezgeh û kesayên berniyas ku ji çar parçeyên Kurdistanê amadebûn hate lidarxistin, peyama divê li dijî êrîşan Kurd hemû bibin yek hate dayîn.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) xebata yekîtiya netewî ya di nava Kurdan de dayî destpê kirin bê ku navber dide bi hemû leza xwe dewam dike. Komxebata ku ji meha Tîrmehê ya vê salê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dayî destpê kirin, pêvajoyê bi lez dike, ji bo Kongreya Netewî, partî û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bûn û komxebatên xwe yên yekîtiyê dewam dikin. Piştî komxebatên Rojhilat û Rojava ku  hatin lidarxistin û şûnde, komxebata Kurdan a li Dîasporayê li Holandayê bi tevlîbûna sedan kesan destpê kir.

BAŞDARVAN

Nav û partiyên ku tevlî komxebatê bûn weha ne: “Serok Parlemetoya Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemmed, Serokê Komale (Rojhilat) Îbrahîm Elîzde, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Wezîrê Aboriyê yê Başûrê Kurdistanê Ebdulselam Mecîd, li ser navê Tevgera Goran Dr. Çiya Ebas, Hatîp Dicle, Hevserokê PJAK’ê Siyamend, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Hevserokên KNK’ê Nûlîfer Koç, Rêbuwar Reşîd, Komale, Yekgirtû Îslamî, YNK, PYK – S El Wehda, Partiya Serbexweyî Kurdisetan, Bet-Nahraîn Demokratîk Partîbî, Bizûtneweyî Demokratîk Gelî Kurdistan, PSDK-S, KODAR, KCK, Komale Îslamî Kurdistan, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya-Asûrî, PJAK jî di nav de nêzî  nûnerên sed partî, rêxistin û sazî û heyet.”

Komxebat bi sirûda netewî ya Kurdî destpê kir.

‘KOMXEBAT BI SERKEFTÎ DERBAS DIBIN’

Di komxebatê de ewilê Endamê Konseya KNK’ê Adem Ûzûn axivî. Ûzûn destnîşan kir ku di komxebata yekem a li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê lidar xistin de rêze biryar girtibûn dest û wiha got:

“Me li Silêmaniyê biryar dabû ku li hemû parçe û Kurdên Dîasporayê cuda cuda komxebatan pêk bînin dabû. Li ser vî bingehî me komxebata Rojhilat û Rojava pêk anî. Ev komxebat bi serkeftî derbas bûn. Gelek derdor û kesayet tevlî bûn. Ji bo yekîtiya netewî hevdîtin hatin kirin. Îro jî li Dîasporayê komxebat hate kirin. Piştre jî wê li Bakur û Rûsyayê jî pêk were. Piştre jî wê li Başûrê Kurdistanê jî komxebata duyemîn pek were. Ev komxebat jî wê li ser biryarên komxebatên tên kirin bê destgirtin. Armanca me ji van komxebatan ew e ku li ser bingeha yekîtiya netewî  pirensîb bên derxistin. Di heman demê de ji bo komîteyek netewî bê avakirin. Wê ev komîte jî ji bo kongreya netewî xebatan bide meşandin.

‘DIVÊ EM BIBIN YEK’

Piştre Hevserokê KNK’ê Rêbûwar Reşîd axaftinek kir. Reşîd di axaftina xwe de bal kişand li ser rol û xebata KNK’ê ya di yekîtiya neteweyî ya Kurd de û wiha domand:

“Mêtînger, dijminên me îro li dijî gelê me bûne yek û êrîş dikin. Eger ku dijminên me wisa bibin yek û êrîşî me bikin, wê demê divê em jî wer in gel hev, bibin yek û xwe bi parêzin. Rizgarbûna me  tenê hatina gel hev û bi hevrebûyinê re derbas dibe. Ji ber wê pêwîste em projeyên şexsî, îdeolojî û xebatên rêxistinê li aliyekê danîn û bi temamî ji bo berjewendiyên yekîtiyê werîn gel hev.”

Reşîd diya kir ku yekîtiya netewî ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo parastina mafên  Asûrî, Êzidî, Elewî û gelek kêm netewên din pêwîste. Reşîd destnîşan kir ku pêwîste mafên Jin, zarok û yên din jî werin parastin.

‘PÊWÎSTE EM TÊKILIYÊN XWE YÊN BI GEL RE BERFIREHTIR BIKIN’

Reşîd ragihand ku Kurd li dijî mêtîngeran têkoşînê dike û wiha got: “Weke gel, em ne dijminê tu kesî ne. Em li dijî sîstem û mêtîngeriyê têkoşînê dikin. Ji ber ku mêtînger li dijî azadiya gelan in. Ji ber wê çendê pêwîste em li dijî van beşan têkoşîna xwe berfirehtir bikin û têkiliyên xwe yên bi gel re jî berfirehtir bikin.”

Reşîd bang li Kurdên ku li Dîasporada dijîn kir û wiha got: “Hun  şexsiyet û nûnerên rêxistinên Kurd ên li derveyî welat dijîn in. Pêwîste ji bo berjewendiyên gelê me kar bikin. Weke nûnerekî xwezayî nemînin. Di hemû rewşan de gelê xwe biparêzin. Ev berpirsyartiya yekem a her Kurdekê ye.”

Komxebat bi axaftinên nûnerên rêxistin û partiyan didome...