Li bajarê Offenbachê ji bo Ocalan kon hate vedan
Li bajarê Offenbach ê Elmanayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomin. Kurdan çalakiya konvedanê ya ku wê li her deverê werin kirin dane destpêkirin.
Li bajarê Offenbach ê Elmanayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomin. Kurdan çalakiya konvedanê ya ku wê li her deverê werin kirin dane destpêkirin.
Kurdan li bajarê Offenbach ê Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekirin.
Çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Gel a Offenbachê û Meclîsa Jinan a Sarayê dest pê kirî li Markt Platzê dest pê kir.
Di çalakiyê de pankarta bi navê ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ hate vekirin, danezana ku Nav-Demê bi Elmanî hazir kiribû hate belavkirin.
'DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'
Di çalakiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a Sarayê Nezîre Ozgur axivî û got: "Em Kurdên li Ewropayê heta ku em tecrîda li ser Serokê me Ocalan bişkînin divê em tim li ser piyan bin. Di serî de jin divê hemû gelê me tim li qadan di nav çalakiyan de bin û em divê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin."
Çalakiya kon her hefteyê roja Çareşemê di navbeyna saet 15.00-17.00’an wê bidome.
Çalakî bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' qediya.