Peymana Nûsra û Tirkiyeyê ya li ser Efrînê!
Diyar bû ku di peymana dewleta Tirk û Nûsra de, dewleta Tirk gotiye, 'hedefa me ne hûn in, em bi dorpêçkirina Efrînê dixwazin we ji QSD'ê biparêzin ku piştî Reqayê dixwazin bi pêş ve biçin."
Diyar bû ku di peymana dewleta Tirk û Nûsra de, dewleta Tirk gotiye, 'hedefa me ne hûn in, em bi dorpêçkirina Efrînê dixwazin we ji QSD'ê biparêzin ku piştî Reqayê dixwazin bi pêş ve biçin."
Dewleta Tirk ji mêj ve ye têgihiştina ku ew ê li dijî Cephet El Nûsra ku rêxistineke El Qaîde ya li Idlibê ye operasyonê bike çêdikir, di dema dawî de jî ev gotina xwe bi OSO û tangên xwe û bi rayedarên xwe zêdetir kiribû.
Lê 8’ê Cotmehê tabloyeke pir cuda derketibû holê. Wesayitên zirxî yên artêşa Tirk li gel çavdêriya çeteyê Nûsra ketin herêma Idlibê. Piştre di çapemeniyê de nûçeyên ku Nûsra û dewleta Tirk li hev kiriye derkete holê.
Li dijî vê peymanê ya bi El Nûsra re ku piştî DAIŞ’ê di nav lîsteya terorê de cih digire û weke wan bi serjêkirina mirovan nav daye, heta niha ne DYA, ne Rûsya û ne jî Îranê ti helwest nîşan nedane.
Ji bêdengiya li dijî vê peymanê ya bi Nûsra re ku DYA, Rûsya, Îran û Sûriyê wê rêxistina terorê dibîninin û her wiha ji hin agahiyên ku em gihanê diyar dibe ku Sûriye di navbera van çar dewletan de hatiye parvekirin. Û armanca wan ew e ku QSD bi pêş ve neçe û demokratîkbûna rastî ya Sûriyê asteng bikin. Daneyên li ber dest digihijine vê encamê.
MESAJA TIRKIYÊ YA JI BO NUSRA: HEDEFA ME NE HÛN IN
Li gorî jêderkên pêbawer di hevditinan de dewleta Tirk wiha soz daye Nûsra ku ew ê êrîşê bi ser wan de nebin û êrîşên rejîmê yên bi ser wan de jî asteng bikin: ‘’Ti armanceke me nîn e ku em li dijî we şer bikin. Armanca me ew e ku em we ji Kurdan biparêzin. Ji ber ku piştî Reqa armanca Kurdan ew e ku di ser Idlibê re xwe bigihînin Behraspî û li we bixin. Ji bo ku em meşrûiyeta we pêk bînin em bi desteka lojîstik tên. Em ê werin sê niqteyên li paş we bistînin û dema ku Kurdan xwest li we bixin bi balafiran em ê li wan bixin û destekê bidine we. Em ê nehêlin ku Rejîm êdî li we bixe.’’
Desteka lojîstîk a ku di peymanê de behsa wê tê kirin jî tê fêhmkirin ku alîkariya mirovî ya ji bo herêmên bê şer e ku li gorî peymana Astanayê hatiye standin.
Rayedarên QSD’ê diyar dikin ku bi vê peymanê tê xwestin ku rengekî dî bidin Nûsrayê û li dijî Efrînê û Kurdan wan zêdetir bi kar bînin.
TÊKILIYÊN KU ERDOGAN LÊ MIKUR HATIBÛ BI ASTANA RE RAGEŞÎ BÛBÛN
Gelek kes dibêjin ew ji vê peymana Tirkiyê û Nûsra şaş nemane ji ber ku têkiliyên Nûsra û dewleta Tirk ji hêla Erdogan ve hatibûn gotin. Belê, Erdogan li ber kamerayan sala 2014’an gotibû, ‘çima hûn ji Nûsra re terorîst dibêjin?’’ û wiha helwest li dijî DYA’yê diyar kiribû, piştî krîza balafirê ya 24’ê Çile ya 2015’an dema ku cara pêşî pê re rûniştî û 9’ê Çile ya 2016’an piştî hevdîtina bi Putîn re Nûsra û komên dî yên cîhadîst ên li Helebê destnîşan kiribû û li têkiliyên xwe yên bi wan re mikur hatibû.
Dawiya 2016’an bi Rûsyayêre di ber Helebê de li ser Babê li hev kiribûn, Tirkiye qanih kiribûn ku cîhadîst derbasî Idlibê bibin û Rûsyayê pejirandibû ku dewleta Tirk Şehbayê dagir bike.
Nêzîkbûna Tirkiye û Rûsya û bi peymana bi Helebê re her çendî di nav hin komên Nûsra û Tirkiyê de nakokî çêbûbûn jî Nûsra ya ku navê Fethê Şamê bi kar anîbû, rajêrî vê pêşniyara Tirkiyê bûbû. Her wiha di çapemeniyê de xuya bûbû ku bi hezaran cîhadîstên selefî derbasî Idlibê hatibûn kirin.
Lê dewleta Tirk a bi pêşengiya Erdogan piştî ku îxaneta li hemû hevkarê xwe kirî li wan jî kirî ji destpêka 2017’an ve hevkariya wan bi temamî êdî ber bi xirabûnê ve diçû.
Hevdîtina pêşî ya Astanayê ya ku dawiya Çile ya 2017’an di navbera dewleta Tirk û Nûsra de bûbû xala sereke ya rageşiyê, Nûsra gotibû ew Astana nas nake.
Bi destpêkirina hevdîtinên Astana ya Adara 2015’an ji bo ku Idlib ji destê artêşa Sûriyê were standin bi navê ‘’Artêşa Fetîh’ koalîsyona çete ya ku bi destê Tirkiyê, Katar û Siûdî ve hatî pêkanîn belawela bû. Çeteyên cîhadîst ên li Idlibê bûne du koalîsyonên sereke. Seriyekî vê cudabûnê Cephep El Nûsra kişand û seriyê dî Ahrar Şam a ku tê zanîn rajêrî Tirkiyê ye.
Fetîh El Şam (Cebet El Nûsra) diyar kir ku ew Astana nas nake, Ahrar-u Şam tevlî Astana nebû; lê diyar kir ku bi komên muxalîf re lihevkirinek çêbibe ew ê destkê bidin.
Piştî dabeşbûna di navbera Nûsra û Ahrar Şamê di nav komên dî de jî cudabûnek anî; Eniya Nûsra, Nurettîn Zengîn, Ceyşûl’l Sune, Ensarûddîn û Lîva El Heq Heyet Tahrîr Şam ava kirin; Sukur-El Şam, Fastakîm Kema Umîrt, Ceyşûl Îslam, Suvar El Şam, Mucahîdî Ibnî Tevmiyey, Eniya Şamê, Ceyş El Mucahîd û Tûgaya El Mîktad jî tevlî Tevgera Ahrarû’ş Şam (TGA) bûn.
NÛSRA BI ÊRÎŞA LI DIJÎ AHAR ŞAMÊ DERBEK LI PLANA PÊŞÎ XIST
Ji hevditina pêşî ya Astana, heta bi hevdîtina 6’an a ku 14-15’ê Îlonê pêk hatî di hemû civînan de El Nûsra weke rêxistina terorê hate dîtin lê Ahrar Şam ku rêxistineke cihadîst a selefî ya El Qaîde ye nekete lîsteya terorê. Tirkiye di vê pêvajoyê de Ahrar Şam li gorî Astanayê guherand. Gelek caran şîrove hatin kirin ku bi Peymana Astana plana Rûsan ew e ku bi destê dewleta Tirk komên cîhadîst derxîne pêşberî Nûsra û wiha Nûsra biqedîne.
Eniya Nûsra ku hay ji van planan çêbû Tîrmeha 2017’an li dijî Ahrar Şam êrîş da destpêkirin û derbeke giran lê xist.
Heyet Tahrîr Şam ku em bi Nûsra dikarin bidin nasîn, li başûrê Idlibê, li bakurê Hemayê Karsa, Raşa, Tremala, Maraat al-Seen, Barabû, Qasabiya, gund û bajarokên el Faqiya yên li herêma Cebel Şîşabûh; girêdayî navenda Idlibê bajarokên Saqarep, Maarrat Misrîf û Kefr Yahmû, li bakurê Idlibê bejahiya Ad Dana, Aş Şêx Hesen, Aqrabat, Atmet, Sarmada û Bab El Hawa li derdora Bab El Hawa ji destê Ahrar Şam stand û insîyatîv kire destê xwe.
SERKETINA REQAYÊ Û OPERASYONA DÊRAZORÊ REWŞ LEZAND
Bi hevdîtinên Astana ji destpêkê ve li ser hin deveran li hev kiribûn, bi peyamana 3-4’ê Gulanê de jî behsa 4 herêmên ewle kiribûn ku yek ji van deveran jî Idlib bû. Lê ji berk u El Nûsra li Idlibê însîyatîv bi dest xist, li Reqayê rewş ji ber ku ber dawî ve diçe û li Dêrazorê ku hesabên Îran, Rûsya û rejîma Baas lê hebûn, ji hêla QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ve Bagera Cizîrê dest pê kir, geşedan bileztir bûn.
Di Peymana 6. a Astanayê de Heyet Tahrîr Şam dîsa weke rêxistineke terorê hate naskirin û Idlib weke hêrama ewle hate ragihandin. Li gorî vê peymanê rejîm cihê di dest de wê bi garantoriya Îran û Rûsyayê ve berde, li cihên ku di bin kontrola muxalîfan de jî wê radestî garantoriya Tirkiyê were kirin.
NÛSRA HATE ASÊKIRIN
Piştî civîna 6’an a Astanayê dihate gotin ku Tirkiye li gorî plana Rûsya wê bikeve Idlibê de, Tirkiye jixwe ji mêj ve digot ew e operasyoneke leşkerî li dijî Idlibê bike.
Li gor vê piştî Astana hêzên Rûsya û Rejîmê êrîşên xwe yên hewayî yên bi ser Idlibê de zêde kirin. Balafirên şer ên stratejîk di van êrîşan de hatin bikaranîn û bi sedan sivîl di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Rûsyayê ragihand ku di van êrîşan de gelek serkirdeyên Nûsra kuştine.
Her wiha dewleta Tirk sê deriyê sînor ê ku li Idlibê vedibûn girt û ev der dorpêç kir. Li nav Idlibê xwepêşandanên gel li dijî Nûsra ji hêla komên dewleta Tirk û îstîxbarata Tirk ve hate organîzekirin û Nûsra hate asêkirin.
5’ê Cotmehê dema ku em bi Fermandarê Hêzên Şoreşger Hecî Ehmed re axivîbûn gotibû di nav 2-3 rojan de dibe ku di navbera Nûsra û dewleta Tirk de peymanek were danîn.
KA NÛSRA TEROR BÛ Û LI DERVEYÎ PEYMANA ASTANAYÊ BÛ
5’ê Cotmehê dewleta Tirk bi gotina ‘ez operasyonê li Idlibê dikim’ qiyamet rakiribû; Serekerkanê artêşa Tirk û Hakan Fîdan çûbûne ser sînor lê 8’ê Cotmehê tişta ku di çapemeniya dinyayê de xuya kirî tiştekî dî bû.
Hêzên leşkerî yên bi ser artêşa Tirk ve û wesayitên wan bi çavdêriya Nûsra ketin Idlibê û hemû dinya li ser vê peymanê axivî.
Her çendî ev peyman bi berfirehî nayê zanîn jî ya ku meraqa wê pir dihate kirin ew bû ku piştî ev rewş di çapemeniyê de xuya kir helwesta Rûsya û DYA’yê wê çi ba. Ji ber ku di hevditina Astanayê de hatibû gotin El Nûsra rêxistina terorê ye, li derveyî peymanê ye û li dij wê têkoşîn wê were dayin.
Gelek aliyan gotin piştî Astana 6 Rûsya westiyaye û ji bo ku rejîm piraniya hêza xwe daye ser Dêrazorê dewleta Tirk kiriye Idlibê û dixwaze Idlibê pê bide paqijkirin. Tirkiye çi bi navê OSO çi jî bi hêza xwe wê Idlib paqij bikira û li gorî Peymana Astana wê ‘yekereritiya xaka Sûriyê’ wê Idlib radestî Rejîmê bikira.
Lê li bara dîmenên 8’ê Cotmehê û peymana bi Nûsra re ne Rûsya û ne jî DYA’yê ti helwest nîşan nedan.
4 DEWLETAN SÛRIYE DI NAV XWE DE PAR VE KIRIN
Li gorî vê peymanê dewleta Tirk wê tenê li Dar Îze, Atme, girê Şêx Beraket hêzên xwe bi cih bike, plana dorpêçkirina Efrînê jixwe ew bi xwe radigihînin. Jixwe gotina ji Nûsra re, ‘em ê li dijî we şer nekin, hedefa me pêşîgirtina QSD’ê ye’ jî rengê Astanayê ya bêdengiya Rûsya û dewletên dî ya li bara vê peymanê diyar dike.
Li Astanayê her çendî behsa yekîtiya xaka Sûriyê were kirin jî Sûriye ji hêla dewletên serwer ve hatiye parçekirin û parvekirin. Bi vê jî ya ku tê xwestin bikin ew e ku tekane hêza ku dixwaze parçebûna Sûriyê asteng bike û li pey hev qadên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de azad dike û rêveberiyê dewrî gel dike; QSD’ê ya ku Sûriyê demokratîk dike û projeya demokrasiyê ya Kurdan pûç bike.
Fermandarekî YPG’ê yê payebilind ku di vê mijarê de em pê re axivîn bi van gotinan armancên ku plana wê hatiye kirin pir xweş vedibêje: ‘’A rast DYA û Rûsya Sûriye di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de dabeş kiribûn. Lê Îranê û Tirkiyê asteng derxistin. Jixwe nêzîkbûna wan a dema dawî ji ber vê bû. Niha tê fêhmkirin ku dixwazin Idlibê ji Tirkiyê re û Dêrazorê jî ji Îranê re bihêlin. Bi vî rengî tê armanckirin ku pêşiya Tirkiye û Îranê bigirin ku Sûriyê bit eşe bikin. Hem jî wiha Kurdên Şehba û Efrînê bi destê dewleta Tirk û Cizîrê jî bi destê Îranê kontrol bikn. Ji ber ku, dema ku hêzên Kurd û QSD ji bo berjewendiya gel li hev bikin û siyasetê bikin nakevin bin bandora ti hêzê.’’
DIBE KU PLAN BI SERÊ DEWLETA TIRK DE BITEQE
Planeke wiha dev jê biqerin ku li Sûriyê çareseriyê bîne wê krîzê girantir bike. Ji ber ku hedefa sereke ya dewleta Tirk weke di dagirkirina Şehba de diyar bûyî Kurd in û dixwazin projeya demokratîk a gelan Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê bifetisînin.
Lê mirov di dilê xwe re bibe ku Kurd ên ku azadiyê û demokratîkbûna Sûriyê di projeya federasyona demokratîk de dibînin û gelên ku di hilbijartinên komunê ya 22’yê Îlonê de bi rêjeyeke bilind a 70 ji sedî vîna xwe diyar kirin û jin wê ji vê planê re serê xwe bitewînin, wê nasnakirina wan be.
QSD û rayedarên Federasyona Bakurê Sûriyê, gel û Kurdên ku li çar parçeyan giyanê yekîtiyê bi dest ve anîne, li dijî vê planê wê berxwedaneke mezin bidin.
Bi vê berxwedanê re dibe ku ev di destê dewleta Tirk de bimîne, ku dixwaze li Rojava Kurdan bifetisîne û Tirkiye jî weke Sûriyê bibe qadeke ku mudahele lê were kirin.
Ji ber ku hemû plan dikarin xira bibin. Hêzên şaristaniyê yên desthilatdarxwaz çawa ku ji bo berjewendiyên xwe, li gorî rewşa serketin û neserketinê planên xwe dikin, têkoşîn û helwesta hêzên demokrasiyê jî dikare planên wan ên nû bişkîne û dikarin bibin sedem ku qelş bikeve netew-dewleta Tirk û hilweşe.