HDP’ê li rûniştinên MPKE’yê gelek hevdîtin kirin

Di dema rûniştina Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) de ku îro li Straboûrgê wê bi dawî bibe  parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek hevdîtin pêk anîn.

Parlamenterên di şandeya HDP’ê de ku ji bo rûniştinên Duşemê dest pê kirin hazir bûn, Filîz Kerestecioglu û Ertugrul Kurkçu, her wiha nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Fayik Yagizay gelek hevditin pêk anîn. HDP’yiyan di gelek seaansan de li ser gelek mijaran axivîn.

HATE XWESTIN KU KOMÎTEYA WEZÎRAN BIKEVE DEWRÊ

Bi wesîleya Rûniştina Payizê ya MPKE’yê parlamenterên ku li Straboûrgê bûn di nav heftiyê de bi Sekreterê Giştî yê Wezîran ê KE’yê, Bjorn Berge re rûniştin. Di hevdîtinan de di serî de hevserokên HDP’ê yê girtî, li ser parlamenterê girtî hate axaftin û her wiha hate gotin ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) li dijî Tirkiyê standine were pêkanîn wê pir girîng be.

Di hevdîtinan de hate gotin Komîteya Mafê Mirovan a KE’yê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Komîteya Wezîran di mijara mafê mirovan zêde bala xwe nadin ser Tirkiyê û hate gotin raporên CPT’yê yên li ser girtîgehan ji bo ku Tirkiye destûr nedaye nayê parvekirin û ev jî kêşeyek e.

Her wiha hate gotin li gel biryarên Komîsyona Venedîkê ya li ser qeyûmên li ser rêveberiyên herêmî, li ser rewşa parlamenterên girtî û qedexeya li ser derkeftina derve, Tirkiye ti guherîn nekiriye. Her wiha hate gotin ku divê Komîteya Wezîran di van mijaran de bikeve dewrê.

HATE GOTIN KOMÎSYONA BHQ’Ê HÊ JÎ NE SAZKAR E

Di rûniştinên MPKE’yê de HDP’ê pirsnameyek da Sekreteriya Giştî û hate gotin Tirkiye her çendî gotibû ku ew ê Komîsyona BHQ’ê ava bikin jî ev hê jî naxebite û di vê mijarê de ew ê bi çi helwestê bin. Di axaftinên Koma Çepgir a Yekbûyî de, ku HDP’ê jî di nav de ye, sûcên dijî mirovahiyê yên çeteyên DAIŞ’ê hatin destnîşankirin.

BANG HATE KIRIN KU DAIŞ JÎ DI DADGEHÊN NAVNETEWÎ DE WERE DARIZANDIN

Fîlîz Kerestecîoglu li ser rapora bi navê ,’’lêkolana sûcên dijî mirovahiyê yên DAIŞ’ê û cezakirina wan’ axivî û got, weke yên li Yugoslavya û Ruandayê divê çeteyên DAIŞ’e jî ji ber sûcên dijî mirovahiyê divê werin darizandin. Kerestecîoglu di axaftina xwe de got, ji bo ku çete derkevin ber daraza navnetewî divê hikûmet jî hewl bidin û got divê cot-standardî nebe.

Kerestecîoglu wiha got: ‘’Lîderê siyasî ku ji Mîlosevîç re dibêje, ‘Qesabê Belgradê’ û ji bo Yugaslavya sûcên Ruandayê dadgehan datîne, îro ji bo mirovên li Sûriyê û Iraqê bê dilê xwe ye tevdigere. Ji bo ku hê şerê berjewendiyê yên hikûmeta li Iraq û Sûriyê  neqediyabin hikûmeta li şûna ku li dijî qirkirinê şer bikin, berê xwe dane bê ka li herêmê wê zêdetir çawa xurt bibin ji ber çavê wan diçe ku li dijî sûcê mirovahiyê şer bikin.

Ji bo ku DAIŞ’ên nû dernekevin divê sûcên şer werin lêkolan.

Li dijî DAIŞ’ê divê lêpirsîneke edlî dest pê bike. Ji bo vê jî hemû welatên ku sûcê DAIŞ’ê ji nedîtî ve tên û hemû welatên ku bi rengekî nixumandî destekê didine van sûcan, divê li ber daraza navnetewî hesab bidin. Ji bo ku DAIŞ’ên nû dernekevin divê sûcên şer werin lêkolan.’’

 ‘RAPOR FIKARAN PIŞTRAST DIKE’

Her wiha li ser rapora bi navê ‘’Li welatên endamên Konseya Ewropayê gefên li ser dewleta hiqûqê’ parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu li ser navê Çepgiriya Yekbûyî ya Ewropa axivî û got, ‘’Rapor hevseserokên me Birêz Demîrtaş û Birêz Yuksekdag jî di nav de ku  ji parlamenterên me 2 je ji 100’î di girtîgehê de ne, derbarê hilweşîna dewleta hiqûqê ya li Tirkiyê rexneyên ku li nav welêt û li derve em didin piştrast dike.’’

Kurkçu xwest ku li dijî şaşîtiyên endamên MPKE’yê derkevin, ku ev şaşî dibine kana binpêkirina mafan. Kurkuçu got, ‘’Endamên MPKE’yê, weke nûnerên gelan, gel çi qasî bikaribin li ser navê welatên xwe û di hemû platformên derveyî welêt de çi qasî bikaribin bi wêrekî li ser şaşîtiyan biaxivin, ev nakokiya vekirî dikare bibe kana hêzeke mezin.’’

BI KABÎNEYA SEKRETERIYA GIŞTÎ YA AKP’Ê RE HEVDÎTIN

Parlamenterên HDP’ê bi wesileya rûniştinên MPKE’yê rewşa lezgînî ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku di girtîgehê de li ber mirinê ne bi bîr xistin, parlamenterên HDP’ê yên girtî, têkildarî destdanîna ser pasaporta Feleknas Ûca ya HDP’yî ku endama MPKE ye agahî dan. Hate pirsîn ku Ûca endama MPKE’ê ye û li Tirkiyeyê li dijî girtina wê çima bêdengî heye.

DEKLERASYONA TÊKILDARÎ GIRTIYAN HATE ÎMZEKIRIN

Li aliyê din deklerasyona ku ji aliyê HDP’ê ve hatî amadekirin, betalkirina parlamenteriyê, wekîlên girtî ku ku gelek ji wan ne hatine dadgeh kirin, mijarên  bersivnedayina DMME’ê ku li ser serdanan jî  digre nava xwe. Dİ Deklerasyonê de ku hemû îmzeyên pêwîst hatine temam kirin  tê payîn ku wê ji aliyê Konseya Ewropayê ve were weşandin.

Di deklarosyonê de tê gotin ji 59 parlamenteran 55’ê wan destnedana wan hatiye rakirin, di serî de hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag, Enîs Berberoglu yê CHP’ê jî di nav de 10 parlamenter girtî ne. Di deklarasyonê de tê gotin sûcdariyên li ser parlamenterên girtî axaftinên siyasî, daxuyaniyên çapemeniyê û axaftinên mîtîngan in û 5 parlamenterên HDP’ê ji parlamenteriyê hatine xistin. Di deklarasyonê de her wiha tê gotin ku rewş wiha bidome wê hemû parlamenterên HDP’ê ji parlamenteriyê werin xistin.

Di deklerasyonê de tê daxwazkirin hemû parlamenterên girtî werin berdan, bang li hikûmeta Tirk hate kirin ku bi lezgînî pêşniyara destnedana Komîsyona Venedîkê derbasî jiyanê bike.

Deklerasyona ku grubên siyasî îmze kirî, wê di demek nêz de di malpera Konseya Ewropa ya înternetê de were weşandin.

BI KOMÎTEYA KARÊN HIQUQÎ RE HEVDÎTIN

Parlamenterên HDP’ê li Strasboûrgê di hevdîtina bi Komîsyona Karên Hiquqê ya Konseya Ewropa re, beriya serdana komîsyonê ya ji bo Tirkiyeyê fikir û nêrin wergirt. Hate zanîn ku daxwaza hevdîtinê ji komîsyonê hatiye girtin.

KURKÇU WÊ WEKALETA CIHÊ KYRIAKIDES BIKE

Li aliyê din ji ber îstifaya Serokê  Giştî yê MPKE’yê Senatorê  Spanyayê Pedro Agramûnt, li şûna wî parlamentera jin a Qibrisê Stella Kyrîakîdes hatibû hilbijartin. Serokatiya  Komîsyona Tendirustî, Karên Sosyal û Pêşketinê ku Kyrîakîde bû wê bi awayekê demkî alîkarê serokatiyê Ertûgrûl Kurkçu wekalet bike.