Ji bo mîtînga ji Ocalan re azadî ya sibe li Strasboûrgê bê lidarxistin bang

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan li pêşiya Konseya Ewropa (KE) li Strasboûrgê hatiye lidarxistin bi hemû coşa xwe dewam dike. Komîteya çalakiyê ji bo mîtînga sibe bê lidarxistin banga tevlîbûna girseyî kir.

Ji komîteya çalakiyê ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ên Ewropa (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ve hatiye lidarxistin bang hate kirin. Komîteyê banga tevlîbûna girseyî ji bo mîtînga ku wê sibe di saet 13:00’an de li Strasboûrgê bê lidarxistin kir.

Di bangê de hate diyarkirin ku çalakiya rûniştinê ya ku ji roja Dûşemê ve li pêşiya avahiya KE’yê ji bo azadiya Ocalan dewam dike, diyar kir ku gelek sazî, kesayet û rêxistinan piştgirî dan çalakiyê.

Di metna bangê de hate diyarkirin ku çalakiya ku eleqeyek mezin jêre hate nîşandan wê sibe bi mîtîngekê bi dawî bibe û wiha hate gotin: “Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê DCDK-E û TJK-E ve 9’ê Cotmehê hate destpêkirin, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Çalakiya pir bi coş û berfireh dewam kir wê roja dawî ankû 13’ê Cotmehê roja Înê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

GELEK SAZÎ, RÊXISIN Û KESAYET PIŞTGIRÎ KIR

Bi dehan sazî, rêxistin û kesayet hatin serdana çalakiya rûniştinê û piştgirî kirin. Çalakiya nobedê li qada pêşiya Konseya Ewropayê hate lidarxisitn. Çalakiya bi gerandina govend, sirûd, gotûbêjên siyasî ve tejî dewam kir, her wiha Kurdisaniyên ji welatên derdor jî hatin ziyaret kirin. Çapemeniya biyanî û dostan jî eleqeyek mezin nîşan dan.”

Di metna bangê de hate destnîşankirin ku ji Elmanya, Swîsre û Fransayê jî çalakgar beşdarî çalakiya rûnştinê bûne û wiha pêde çû: “Ji bajarên Elmanya,, Swîsre û Fransayê jî çalakvan beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Çalakî heta niha bi 150 kesan dewam dike. Yekbûyî û endamên meclîsên KCDK-E û TJK-E bi awayekî aktîf tevlî çalakiyê bûn.

BANGA ‘BI AWAYEKÎ AKTÎF BAŞDAÎR KAMPANYAYÊ BIBIN Û MEZIN BIKIN’ HATE KIRIN

Di mentna bangê de hate diyarkirin ku çalakiyên ji bo azadiya Ocalan hatîn despê kirin her ku biçe pêla wê mezin bibe, banga mezinkirina kampanyayê hate kirin.

Komîteya çalakiyê di dewma metna bangê de ev tişt got: “Pêla çalakiyan a bi şîara ji bo azadiya Rêbertiyê û azadiya gelê Kurd dane destpêkirin bi destekkirina gelê me encam digire. Ji ber vê sedemê kampanyaya ji Ocalan re azadî bi awayeke aktîf li her welatî û her derê beşdarî bê kirin û bê mezinkirin.

BANG TEVLÎBÛNA XURT JI BO MÎTÎNGA SIBE HATE KIRIN

Di banga komîtaya çalakiyê de hate destnîşankirin ku wê sibe di saet 13:00’an de li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) mîtîngek bê lidarxistin û banga tevlîbûna girseyî kir. Metna bangê wiha bidawî bû: “Weke KCDK-E – TJK-E’yê bang li hemû meclîsên xwe, gelê me yê welatparêz, şoreşger, demokrat û rewşenbîr dikin ku hê zêdetir şîara xwe ya azadiyê qîr bikin. Di serî de gelê xwe û dostên xwe yên li Strasboûrg, Elman û Swîsre vedixwînin mîtînaga ku wê 13’ê Cotmehê roja Înê bê lidarxistin. Bi şîara ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Me Ye’ bi coş tevlî mîtîngê biibn.”

Navnîşana mîtîng û saeta wê:

Dîrok: 13’ê Cotmeha 2017/Roj: Înê/ Saet: 13:00

Navnîşan: Pêşiya Konseya Ewropa Avenûe de l'Europa Strasbûrg