Li Bernê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin

Li standa ku li Bernê hate danîn, bal hate kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Bi vê armancê li paytexta Swîsre Bernê stand hate danîn. Stand bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Mizgîn li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê hate danîn. Çalakgeran bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Di çalakiyê de pankarta "Azadî ji Ocalan re" hate vekirin. Li standê ku bal kişand, pirtûkên Ocalan hatin nasandin.

Jinan, têkildarî zextên li ser girtiyên siyasî agahî dan û ji bo azadiya Ocalan ji her kesî xwestin, ku bikevin nava liv û tevgerê.