Rayedarên Rojava ji Konseya Ewropayê panel dan

​​​​​​​Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer û heyeta bi wî re, li Konseya Ewropayê têkildarî pêşveçûnên li Bakurê Sûriyeyê panelek dan.

Heyeta ji Rojava bi wesîleya rûniştinên Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê li Fransayê li Strasboûrgê panelek dan.

Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer, Nûnerê PYD’ê yê Fransayê Dr. Xalid Îsa û Nûnerê HDP’ê yê Ewrûpayê Fayîk Yagizay beşdarî panelê bûn.

Abdulkerîm Omer diyar kir ku divê rewşa Sûriyeyê bi giştî were nirxandin û got: “Şoreşa Sûriyeyê di demek dîktatoriyê de pêk hat. Me li gorî berjewendiyên gelan pergala xwe ava kir.”

BI SAYA RÊXISTINBÛNA XWESERIYÊ XWEPARASTIN HATE AVAKIRIN

Omer diyar kir ku li ser esasê vê pergala ku hatiye avakirin, xweserî derket holê û bi saya rêxistîbûna ku xwe dispêre yekîtiya gelan li Rojava û Bakurê Sûriyeyê xweparastin hate avakirin û bi vê pergala xweparastinê re êrîşên DAIŞ’ê hatin şikandin.

‘JI BO QEDANDINA FERASETA DAIŞÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK HEWCE YE’

Omer diyar kir ku wan çeteyên DAIŞ’ê di warê leşkerî de şikandine lê têkoşîna li dijî çeteyan ne bi tenê leşkerî ye û got: “DAIŞ di heman demê de ferasetek e, divê em vê ferasetê jî biqedînin. Ji ber vê em Xweseriya Demokratîk esas digirin.”

Omer di panelê de bal kişand ser vî tiştî ku pergala Xweseriya Demokratîk ne bi tenê ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê, ew ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovayetiyê bi pêş dixînin.

DR. XALID ÎSA: LI ROJHILATA NAVÎN KÊŞE PERGALÎ YE

Di panelê de Dr. Xalid Îsa axivî û got: “Di çareserkirina kêşeyên Rojhilata Navîn de,divê mirov bala xwe bide pirzimanî, pirolî û komên etnîk. Ji ber ku çavkaniya kêşeyên li vir pergalî ye. Li cihên ku Xweserî lê hatiye îlankirin em dibînin ku di warê jiyana bi hev re tu kêşe tune ye.”

Parlementerê Hollandî Soren Sondergaard jî diyar kir ku hilbijartinên li Rojava bala wî dikşîne û destnîşan kir ku ji bo şopandina hilbijartinên li Rojava ew li benda vexwendinê ye.