Yolerî ya ku 12’ê Cotmeha 2017’an seriyek da Demîrtaş got, ‘Demîrtaş derbarê dahatuyê pir bi hêvî bû. Peyam da ku ev wiha naçe, polîtîkaya hikûmetê ya hundir û derve wê bi ser nekeve. Di vê mijarê de baweriya xwe herî pir bi gel tîne.
‘ÇARESERÎ BI GEL RE YE'
Yolerî derbarê serdana xwe ya li Demîrtaş got, rewşa wî pir baş bû. Moralê wî bilind bû. Yolerî li ser hevdîtina xwe ya bi Demîrtaş re got, ‘’Derbarê dahatuyê pir pozîtîf bû.Got ev rewş wiha naçe, polîtîkayên hikûmetê yên hundir û derve wê bi ser nekevin û gel teqez wê ji vê çûnê re bibêje, êdî bes e. Lê rawestiya ku di vê mijarê de pir ji gel bawer dike. Rewşa bêdengiyê ya niha diyar bû ku ew nedirsand. Pir hêvîdar bû û ev hêviya wî ji min re bû moral. Helwest, tevgerên wî hem bi xwebaweriyeke mezin bû û hem jî nîşaneya moral û baweriyeke mezin bû. Bi vê rehetiyê bû.’’
‘HÊVIYA WAN JI YÊN DERVE ZÊDETIR BÛ’
Yolerî bi domdarî got li ser rewşa giyanî ya Demîrtaş û girtiyan got, ‘’Ji yên derve zêdetir hêvîdar bûn. Ji ber ku mirovên li derve her roj bi wê hîsê dijîn ku her sibeh wê bi ser malên wan de bigirin, werin binçavkirin, bi neheqî qerin girtin. Ji bo yên hundir tiştekî wiha nîn e, jixwe her tişt ji bo wan bûye. Bêguman di nav çar dîwran de dikarin êşkence li wan bikin, dibe ku nikaribin dengê xwe bigihînin hinan. Ji ber rewşa girtîbûnê, ji tecrîdbûnê her çendî nerehetiyeke hebe jî wê hîsê bi nerîneke pozîtif li pişt xwe dihêlin. Têkiliyên wan ên bi girtiyên dî yên siyasî re, hevgirtina wan psîkolojiya wan xurt dike.’’