Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan li Viyanayê ye

‘Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan’ li Viyanayê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin.

‘Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan’ a ku duh şev gihişte Viyanayê, ji aliyê Kurdistaniyên li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyana (NCKD) kom bibûn bi çepik û dirûşman ve hate pêşwazîkirin. Çalakvanên di otobusê de gul li Kurdistaniyên ew pêşwazî kirin belav kir.

Piştre li pêşiya NCKD a Viyanayê panelek hate lidarxistin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotûbêj kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ti agahî negirtin ji Ocalan fikaran mezintir dike.

‘TECRÎD SÎNORÊ TEHMÛLA ME DIXE ZORIYÊ’

Îro piştî nîvro li Qada Schwartzenberg Platzê standek hate vedan. Çalakvanên di otobusê de bi dirûşim û çepikan hatin pêşwazîkirin, li vir pirtûkên Ocalan ên bi zimanê Îngilîzî û Elmanî  hatine wergêrkirin û îlanên destan  hatin belavkirin. Axaftinên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin kirin.

Hevseroka Meclîsa Kurd a Demokratîk a Viyanayê Nûrcan Guleryuz anî ziman ku tecrîd sînorê tehmûla Kurdan dixe zoriyê û got: “Çawa ku Komploya Navneteweyî bi sekna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd hate valaderxistin, wê polîtîkaya tecrîdê ya rejîma Erdogan/AKP’ê jî, enceq bi berxwedanê bê valaderxistin. Heta azadiya Ocalan wê çalakiyên me berdewam bike.”

Guleryuz bang li her kesê kir ku beşdarî çalakiyan bibin, çalakî bi derketina ser dikê ya Koma Rojava û hunermed Comert re dewam dike.