ROJANE
Hemû Nûçe
-
HBDH ji bo çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê banga tevlîbûnê kir
HBDH Swîsre, ji bo çalakiya rûniştinê ya 7-9'ê Adarê ya li Cenevreyê ku wê ji bo Efrînê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
BERXWEDANA LI EFRÎNÊ DI ROJA 46'AN DE YE
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û berxwedana li dijî dagirkeriyê di roja 46'an de ye. Dewleta Tirk biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike û bombeyan li sivîlan dibarîne. Ji 20'ê Çileyê ve bi sedan sivîl hatin kuştin. -
Hunermendên TEV-ÇAND'ê ji bo Ocalan nobedê digirin
Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' ya li Strasbourgê, hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê Hozan Şemdîn, Hozan Seyîdxan, Hozan Diyar û Peywan Arjîn e. -
Şoreşgerên Rojava ji aliyê HBDH’ê li Zurichê hatin bibîranîn
Komîteya Swîsreyê ya Tevgera Şoreşger a Yekîtiya Gelan di şexsê şervanê TKEP/LENİNİST Emre Bora (Sînan Ateş) û şervanê THKP-C/MLSPB Ramazan Guleken (Ulaş Bardakçı) de şehîdên Rojava bi bîr anî. -
Çalakiyên li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk dewam dikin
Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. -
Elmanya leşkerên xwe ji Hewlêrê derdixîne û dişîne Bexdayê
Artêşa Elman ku ji sala 2014'an û pê ve li Başûrê Kurdistanê dest bi perwerdeya leşkerî ji bo pêşmergeyan kir, mîsyona xwe diqedîne. Li gorî plana nû ya hikumeta Merkel, artêşa Iraqê wê li şûna pêşmergeyan êdî destekê û perwedeyê bide artêşa Iraqê. -
ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Adara 2018'an. -
Li 4 navendan protesto: Artêşa Tirk ji Efrînê bi cehenime!
Li bajarên Basel û Zurich ên Siwîsre, li paytext Kopenhag a Danîmarka û li bajarê Wuppertala Elmanya komkujiya dewleta Tirk a li Efrînê hate protestokirin. -
Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Zirne êrîşî hêzên Iraqê kirin
Komeke çeteyên DAIŞ’ê saet di derdorî 09:00’ê şêvê de êrîş gundê Zurne yê Baqirtê ya girêdayî navçeya Mexmûr ya di bin kontrola hêzên Iraqê de ye kirin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
Profesorê Destûra Bingehîn û Hiqûqa Navnetewî Norman Peach: Bûyerên li Cîzre, Sûr û Nisêbînê qewimîn di qada hiqûqa navnetewî de li dijî mirovahiyê û sûcê şer e. -
Li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Siwêdê çalakiya ji bo Efrînê
Êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a li ser Efrînê li pêşiya Wezareta Karê Derve a Siwêdê bi çalakiyekê tê protesto kirin. -
Li Uppsalayê 3 gerîlayên şehîd hatin bibîranîn
Di 15’ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker li Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de Demhat Çekdar (Hozan Akdoğan), İskender Kandil (Arif Akkurt) ve Têkoşer Agir (Adem Yüksel) şehîd bûbûn. Li Swêdê her sê gerîlayên HPG’ê hatin bibîranîn. -
Di Tribunalê de ew ê Tirkiye were darizandin
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo darizandina sûcên şer û sûcên li dijî mirovayetiyê ya dewleta Tirkiyeyê ya piştgiriya ji bo ‘Tribunala Navneteweyî’ zêde dibe. -
KCDK-E: Li hemberî qetlîaman em dakevin qadan
KCDK-E’yê li hemberî qetlîama li Efrînê banga daketina kolanan kir û got, “Tekane rêya ku berxwedana Efrînê bigihêje serfiraziyê ev e ku, divê em bi hemû hêza xwe tevlî berxwedanê bibin.” -
Rapora Cizîrê ya HDP’ê li Cenevreyê hate eşkerekirin
Rapora Cizîrê ya ku HDP’ê têkildarî êrîşên li Cizîrê yên dewleta Tirk amade kiribû, bi daxuyaniyekê hate weşandin. -
Hêzên rejîmê yek ji sê parên Xotayê kontrol kirin
Hêzên rejîma Sûriyeyê, yek ji sê parên herêm Xota Rojhilat a di destê komên çekdar de ye, kontrol kirin. Operasyona bejahî ya li herêmê dewam dike. -
Êşkenceya li girtiyên siyasî tê kirin giran dibe
Li girtîgehên Tirkiyeyê êşkenceya li girtiyên siyasî tê kirin roj bi roj giran dibe. -
KCD: Divê em xwedî li Efrînê derkevin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kişand ser vî tiştî, ligel biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Efrînê didome. -
Wê dest deynin ser milkên Seddam û 4200 kesên girêdayî rejîmê
Hikumeta Iraqê biryar da ku dest deyne ser mal û milkên dîktatorê kevn Seddam Huseyîn û xizmên wî û 4 hezar 257 kesên ku girêdayî vê rejîmê bûn. -
NAV-DEM: 8'ê Adarê li jinên berxwedêr ên Efrînê pîroz be
NAV-DEM'ê 8'ê Adarê li jinên ku tevlî Berxwedana Serdemê bûne pîroz kir û destnîşan kir ku jin wê bi hevgirtin, rêxistinbûn û wêrekiyê bi ser bikevin. -
BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 45'AN DE YE
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê ji hewayî û bejahî dewam dikin. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gelek herêman dibarînin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî li dijî êrîşan li ber xwe didin. Bi rêya bloga me ya zindî hûn dikarin rewşa dawî bişopînin. -
Generalê Îranî: Tirkiye li Sûriyeyê dagirker e
Şêwirmendê Leşkerî yê Lîderê Rûhanî yê Îranê Tumgeneral Yahya Rahîm Safavî got, hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê binpêkirina yekparebûna xaka Sûriyeyê ye. -
Li gelek bajaran kongreyên NCDK'ê hatin lidarxistin
Li gelek bajarên Ewropayên kongreyên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel hatin lidarxistin. -
Şehîdê Efrînê Orhan li Trondheimê hate bîranîn
Rojhat Orhan ku li navçeya Bilbilê ya Efrînê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, li bajarê Trondheim ê Norwêcê hate bîranîn.