Navê şehîd û birîndarên Cindirêsê diyar bûn
Di êrîşa balefirên şer a li dijî gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê de, 2 kes şehîd bûn ku di nava wan de pitika 3 mehî jî heye. Li aliyê din di êrîşê de 8 sivîl jî birîndar bûn.
19:38
Balafirên artêşa Tirk a dagirker bombe li ser gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê barand. Li gorî agahiyê destpêkê 4 kes şehîd bûn, 11 kes jî birîndar bûne...
18:06
QSD’ê bîlançoya roja 45 a Berxwedana Serdemê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyanike nivîskî bîlançoya 24 seat ên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.
18:03
ANF'ê dîmenên nû yên hovîtiya artêşa Tirk a dagirker a li Cindirêsê li dijî jîngehên sivîlan parve kir....
16:37
Gelê Efrînê 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spart axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.
16:09
15:18
13:40
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan bombeyan li gundê Miskê yê Cindirêsê dibarîne.
12:29
Dewleta Tirk a barbar li Cindirêsê komkujî kir: Gelek sivîl hatin kuştin
Artêşa Tirk a dagirker bi rengekî bê navber êrîşî cih û warê sivîlan ên li Efrînê dike. Artêşa dagirker ku bi sedan sivîl di nava 45 rojan de kuşt, îro li navçeya Cindirêsê komkujiyeke din kir.
12:02
11:30
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan bombeyan li gundên Mîrkan, Bîrîmce û Şîtka yên navçeya Mabeta ya Efrînê dibarîne.
11:29
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê di roja 45'an de ne. Ji ber van êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê heta niha bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan jî birîndar bûne.
Herî dawî li gundê Berbane yê navçeya Raco ya Efrînê, ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞ-El Qaîdeyê zarokek birîndar bû.

11:28
Artêşa Tirk bi balafir û obusan bombe li Efrînê barand
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 45'an de ne.
Balafirên şer duh bi şev bombe li navenda navçeya Şiyê û gundên Meydankê û Sinka barandin. Derdora herêma Racoyê jî ji aliyê balafirên şer û obusan ve hate bombekirin.
Artêşa Tirk duh bi şev bi balafirên şer bombe li derdora gundê Erendê yê navçeya Şiyê barand.
Wekî din, artêşa dagirker û çeteyên wê top avêtin gundên navçeya Bilbilê. Bi obusan jî heta danê sibehê êrîşî navenda Cindirêsê kir.
11:27
Artêşa Tirk a dagirker jinek kuşt, kesek jî birîndar kir
Ji ber êrîşa artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, jineke 50 salî ya bi navê Remziye Ebdurrehman Omer şehîd bû, Nebî Safîr Şêxo yê 60 salî jî birîndar bû.
https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/artesa-tirk-a-dagirker-jinek-kust-kesek-ji-birindar-kir-93731
11:26
Li Cindirêsê bi hezaran kes meşiyan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kes li Cindirêsê kom bûn û bi armanca xwedîderketina li ‘Berxwedana Serdemê’ di bin bombebaran û topbaranê de meşiyan.
11:26
QSD: 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer a 24 seatên dawî li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di şerê didome de heya niha 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatine kuştin.
https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/qsd-9-je-joh-bi-gisti-21-lesker-u-cete-hatin-kustin-93721
https://anfkurdi.com/rojane/berxwedana-serdemE-ya-li-efrInE-di-roja-44-an-de-ye-93701