Generalê Îranî: Tirkiye li Sûriyeyê dagirker e

Şêwirmendê Leşkerî yê Lîderê Rûhanî yê Îranê Tumgeneral Yahya Rahîm Safavî got, hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê binpêkirina yekparebûna xaka Sûriyeyê ye.

Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Lîderê Rûhanî yê Îranê Hamaney Tumgeneral Yahya Rahîm Safavî li eyaleta Gulîstanê ya Îranê tevlî Civîna Fermandarên Mûxafizên Şoreşê yên Kedkar bû û bal kişand ser êrîşên li Efrînê.

Safavî got, "Li Sûriyeyê ji roja destpêkirina bûyeran û vir ve DYA, rejîma siyonîst, Yekîtiya Ewropa, Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Urdun û Tirkiye ji bo krîzê li herêmê derxînin û zerarê bidin yekparebûna axa Sûriyeyê polîtîka meşandin."

Safavî diyar kir ku Tirkiyeyê bi binpêkirina hiqûqa global re Sûriye dagir kiriye û yekparebûna axa vî welatî binpê kiriye.