HBDH ji bo çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê banga tevlîbûnê kir
HBDH Swîsre, ji bo çalakiya rûniştinê ya 7-9'ê Adarê ya li Cenevreyê ku wê ji bo Efrînê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
HBDH Swîsre, ji bo çalakiya rûniştinê ya 7-9'ê Adarê ya li Cenevreyê ku wê ji bo Efrînê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Koordînasyona Swîsreyê ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), li ser çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hate ragihandin ku berxwedana li Efrînê ya li dijî dagirkeriyê dewleta Tirk a faşîst tengav kiriye, lewma dewleta Tirk a roj bi roj êrîşî sivîlan dike û komujiyan dike.
Di daxuyaniyê de komkujiya 5'ê Adarê ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hate bibîrxistin û hate gotin, "Ji bo pêşî li van komkujiyan were girtin, ji bo xurtkirina berxwedana Efrînê ya li dijî şerê qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst, ji bo em li her derê bibin dengê Efrînê, bi dirûşma 'Her der Efrîn e, her der berxwedan e' divê em têkoşîna xwe geş bikin."
HBDH'ê bi bîr xist ku Platforma Berxwedana Efrînê ya Swîsre Rojava û KCDK-E, ji ber hevdîtinên li ser Sûriye û Efrînê yên li Neteweyên Yekbûyî ku 7-9'ê Adarê li Cenevreyê pêk tên, çalakiya rûniştinê ya 3 rojan û mîtîngekê li dar dixin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo teşhîrkirina polîtîkayên durû yên hêzên navneteweyî, bang li her kesî dikin ku ji 7 heta 9'ê Adarê tevlî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Roj ew roj e ku em bi hemû hêza xwe xwedî li Efrînê derkevin."