KCD: Divê em xwedî li Efrînê derkevin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kişand ser vî tiştî, ligel biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Efrînê didome.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kişand ser vî tiştî, ligel biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Efrînê didome.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê bal kişand ser qirkirina gelê Kurd li Efrînê û ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dijî Efrînê bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
‘BI SEDAN KES HATINE QETILKIRIN’
ʺHêzên çekdar ên Tirkiyeyê bi çeteyên mîna DAIŞ’ê re ji bo dagirkirina Efrînê êrîş dikin û êrîşên dagirkirinê 45 roj li pey xwe hişt.
Di encama bombebaranên ji hewa û ji erdê ve gelek cih û warên gelê Efrînê wêran bûne, di nava wan de zarok, jin kal û pîr bi sedan kes hatin qetilkirin. Her wiha hewl didin bi hezaran Kurd, Ereb û ji civakên din ji cih û warên xwe dûr bixin û koçber bikin.
Îro li ber çavên hemû civakên navneteweyî û bi awayekî eşkere li Efrînê gelê Kurd tê qetilkirin û ev qirkirin bi awayekî dijwar didome.
‘ŞER BER BI NAVENDÊN BAJARAN VE DIÇE’
Di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû civakên navneteweyî, divê li hemberî van êrîşan helwesta xwe bi awayekî xurt deynin holê û divê were zanîn ku ev yek hatiye asta jiyanî. Her ku şer ber bi navenda bajaran ve diçe jiyana bi deh hezaran sivîlan dikeve xetereyê. Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û aramiya Rojhilata Navîn, divê hestiyariya xwedîderketin û parastina mafê rewa û hebûna gelan were derketin û ev peywir nayê paşxistin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar stendibû ku li ser seranserê Sûriyeyê mehekê agirbest were îlankirin. Tirkiye vê biryarê nas nake. Divê di serî de endamên daîmî yên NY’ê, tevahiya NY’ê û hemû civaka navneteweyî ev helwesta Tirkiyeyê baş bixwîne û binirxîne. Ligel ku hemû dewletên endamên daîmî yên NY’ê diyar kirin ku agirbest ji bo Efrînê jî derbasdar e Tirkiye dîsa bi ya xwe dike. Bi vê yekê re Tirkiye li hemberî NY û civaka navneteweyî derdikeve û hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne.
DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BIRYARA AGIRBESTÊ BIŞOPÎNE
Divê NY xwedî li biryara xwe derkeve û li pişt biryara xwe bisekine. Biryara agirbesta mehekê ya ji hêla NY’ê ve hatiye girtin bêguman girîng e, lê kêm e. Divê NY li hemberî dewlet û hêzên ku vê biryarê bi cih naynin têkeve nava liv û tevgerê. Her wiha binê vê biryara xwe dagire û bang li Tirkiyeyê bike ku hemû leşkerên xwe ji xaka Sûriyeyê derxîne. Çareseriya vê yekê ev e ku divê bi awayekî lez û bez dawî li êrîşan bînin û rêyên diyalogê bên vekirin.
Gelên Sûriyeyê di bin çavdêriya NY û civakên navneteweyî li ser bingeheke aştiyane û demokratîk, bi biryara xwe çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.
Bi van hêvî û daxwazan careke din di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê em bang li civaka navneteweyî, NY, dewletên Ewropayê, rêxistinên navneteweyî dikin ku li hemberî operasyona qirkirina Efrînê derkevin û piştgiriya gelên Efrînê bikin.ʺ