Hêzên rejîmê yek ji sê parên Xotayê kontrol kirin
Hêzên rejîma Sûriyeyê, yek ji sê parên herêm Xota Rojhilat a di destê komên çekdar de ye, kontrol kirin. Operasyona bejahî ya li herêmê dewam dike.
Hêzên rejîma Sûriyeyê, yek ji sê parên herêm Xota Rojhilat a di destê komên çekdar de ye, kontrol kirin. Operasyona bejahî ya li herêmê dewam dike.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê bi lez bi pêş ve diçin û got, "Qadên nû yên çandiniyê bi dest xistin û li aliyê rojhilat bi pêş ve diçin."
Saziyê diyar kir, di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û bajarê Dumayê de ku mezintirîn bajarê Xotayê ye, tenê du kîlometre mane.
Midûrê Saziya Çavdêriyê Ramî Abdul Rahman diyar kir ku 33 ji sedî yanî yek ji sê parên herêma Xotayê ketiye bin kontrola hêzên rejîmê û got, "Bi lez bi pêş ve diçin. Operasyon bi gihanî li herêmên çandiniyê tê kirin."
Rejîma Beşar El Esad ku destekê ji Rûsyayê digire dixwaze temamiya Xota Rojhilat kontrol bike. Nêzî 400 hezar kes li herêmê dijîn. Şêniyên herêmê ji bo xwe ji bomberdûmanê biparêzin xwe li binê erdê vedişêrin. Ji ber dorpêçiyê jî pirsgirêkên xwarin û tenduristiyê rû dane. Esad roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku operasyon wê dewam bike.
Tevî biryara agirbesta 30 rojî ya ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hate dayin, şerê li herêmê dewam dike. Bi fermana Rûsyayê rojane pênc saetan agirbest tê bicihanîn. Lê belê li gorî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ev der bûye "dojeha li ser rûyê erdê".
Ji aliyekî ve şer dewam dike, li aliyê de Neteweyên Yekbûyî ragihand ku alîkariya ji 46 qemyonî ji bo Xota Rojhilat bi rê ketiye.