ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 9'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Adara 2018'an. -
KCDK-E: Destên dirêj ên Erdogan in Elmanya bi rê ve dibin
KCDK-E: Banga me ya herî mezin a ji bo gelê me ew e ku bi ruhê seferberiyê xwedî li weşanxaneya ku pirtûkên îfadeya raman, dîrok û hunera me dike û saziya me ku bi berdêlên mezin hatine avakirin derkevin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Çalakiya li pêşiya NY’ê di roja 2. de ye: Erka te ne valakirina Efrînê ye
Kurdistanî û dostên wan ên ku di roja 2. de jî çalekiya xwe dewam dikin gotin: “Karê NY’ê ne valakirina Efrînê ye” û bang li NY’ê kir ku li gorî erka xwe bikeve nava tevgerê. -
Lêgerîna li Weşanxaneya Mezopotamyayê wê sibe bidome
Îro saetên sibehê polîsên Elman avêtibûn ser Weşanxaneya Mezopotamya ya li bajarê Neûss a Elmayayê. Li Weşanxaneya Mezopotamya ya lêgerîn hê jî lê dom dike, heta niha polîsan dest daniye ser nêzî 4 kamyon amûran. -
FARC’ê xwe ji hilbijartinên serokkomariyê paş ve kişand
FARC a ku li Kolombiyayê tevgereke gerîlayan bû ji ber bûyerên şîddetê kampanyaya hilbijartinê dabû sekinandin û diyar kir ku namzetê wan ê serokkomariyê Timoşenko jî xwe paş ve kişandiye. -
NAV-DEM: Em serdegirtina Weşanên Mezopotamyayê şermezar dikin
NAV-DEM’ê serdegirtina Weşanên Mezopotamyayê şermezar kir û diyar kir ku Elmanya li dijî Kurdan zextên xwe zêde kiriye. -
Dewleta Tirk ji bo Efrînê hê nekariye ku 'delîlekê' nîşan bide!
Hinceta dewleta Tirk a li ser êrîşên li ser Efrînê, ‘’ez mafê parastina rewa bi kar tînim’ ji hêla meclîsa Elman ve pêbawer nehate qebûlkirin. Daîreya Xizmetên Zanistî ya bi ser meclîsa Federal ve got, ‘ji bo parastina rewa ti delîleke berbiçav tine’. -
Çavuşoğlu li Viyanayê hate şermezarkirin
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu di dema Viyanayê de hate şermezarkirin. -
KCDK-E ji bo şermezarkirina dewletên Tirk û Rûs bang kir
KCDK-E destnîşan kir ku mîna dewleta Tirk dewleta Rûsyayê jî ji êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li Efrînê berpirsyar e û bang kir ku 9'ê Adarê li her cihî ev her du dewlet bên şermezarkirin. -
Efrînê singekî wiha kutaye, kî dikare derxîne bila derxîne!
Di Zindana Amedê de Kemal Pîr ji serbazê faşîst ê Tirk Esat Oktay Yildiran re gotibû,”Me singekî wiha kutaye dewleta Tirk, heke hûn dikarin derxînin, kerem bike derxînin.” -
Polîsên Elman bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê de girtin
Polîsên Elman, li bajarê Neussê bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê de girtin. -
Fransa: Têkildarî bikaranîna çekên kimyewî em dikarin bersivê bidin
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ji qenala nûçeyan CNEWS’ê re axivî û got, rejîma Sûriyê çeka kîmyewî bi kar bîne ew ê welatê wan bersivê bide. -
Dozgeriya Hamburgê lêpirsîn li Cansu Özdemir vekir
Hevseroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansu Özdemir, ji ber ku di hesabê xwe yê Twitterê de ala PKK'ê parve kir, kete ber lêpirsînê. Partiya Çep xwest lêpirsîn tavilê bê rawestandin. -
Redkarên wijdanî ji bo Efrînê kampanya dane destpêkirin
Redkarê wijdanî yên ji Kurdistanê û Tirkiyê ku li Ewropa dijîn, li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê kampanya dane destpêkirin. -
Li Elmanyayê serdema Gabriel bi dawî bû
Sigmar Gabriel ê ku li Elmanyayê wekî wezîrekî rejîma AKP’ê dixebitî û jê re digotin ‘Çaygerê Erdogan’ serdema wî bi awayekî fermî qediya. Hate hînbûn ku rêveberiya SPD’ê ji Wezîrê Karê Derve Gabriel re gotiye ‘Di hikumeta koalîsyonê de cihê te tune.’ -
Heyva Sor: Ji bo alîkariya Efrînê em seferber bibin
Serokê Heyva a Sor a Kurdistanê yê Swîsreyê Lezgîn Ornek got, “Pêdiviya gelê Efrînê bi alîkariyê heye. Roj ev roj e ku em berpirsyariya xwe bi cih bînin.” -
KOMAW: Jin li Efrînê dîrokê dinivîsînin
KOMAW'ê 8'ê Adarê pîroz kir û got, jin li Efrînê dîrokê dinivîsîne. -
Hediye Yûsif: Dewleta Tirk wê di vî şerî de bi ser nekeve
Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif destnîşan kir ku Kurd ne Kurdên 500 sal berê ne, lewma bi lehengî welatê xwe diparêzin. -
Çapemeniya AKP’ê Cerablûs kire navçeya Dîlokê!
Kirinên dagirker ên rejîma AKP’ê yên li Rojhilata Navîn, di zimanê çapemeniya Tirk de jî xew nîşan dide. -
Swêdî çavdêriya xwe ya li ser Efrînê vegot: Rîska qirkirinê heye
Parlamenterê Partiya Derdorê ya Swêdê Jabar Emîn got dewleta Tirk û çeteyên wê DAÎŞ xwe hazir dikin ku li Efrînê qirkirinê bikin. -
BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 48'AN DE YE
'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê di roja 48'an de ye. Li gelek herêman di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Hêzên dagirker bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin. -
Rejîma Sûriyeyê zêdeyî 50 ji sedî yê Xota kontrol kir
Rejîma Sûriyeyê zêdeyî 50 ji sedî yê Xota Rojhilat ku nêzî paytext Şamê ye kontrol kir. -
NAV-YEK'ê 8'ê Adarê pîroz kir
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) daxuyaniyek weşand û got, "Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê û taybetî li jina Kurd pîroz dikin." -
Boykotkirina malên Tirk!
Hemû Kurd divê li gorî banga boykotkirina malên Tirk û turîzma Tirk tevbigerin. Dostên Kurdan û demokrat jî divê li gorê vê banga boykotê tevbigerin. Ne tenê li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, divê ev li seranserê dinyayê pêk were.