Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
Profesorê Destûra Bingehîn û Hiqûqa Navnetewî Norman Peach: Bûyerên li Cîzre, Sûr û Nisêbînê qewimîn di qada hiqûqa navnetewî de li dijî mirovahiyê û sûcê şer e.
Profesorê Destûra Bingehîn û Hiqûqa Navnetewî Norman Peach: Bûyerên li Cîzre, Sûr û Nisêbînê qewimîn di qada hiqûqa navnetewî de li dijî mirovahiyê û sûcê şer e.
HDP’ê rapora têkildarî êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê ya sala 2015’an li Cenevreyê eşkere kir. Rapora bi navê ‘Anatomiya Hovîtiyekê’ ji 135 rûpelan pêk tê. Rapor sûdê ji lêkolînên saziyên neteweyî û navneteweyî werdigire. Rapor li bajarê Cenevreyê ya Swêdê li Navenda Kluba Çapemeniyê ya Swêdê hate eşkerekirin a ku bi sedan endamên wê yên rojnameger û saziyên rojnamegeriyê hene.
NORMAN PEACH: BÛYERÊN ÇÊBÛYÎN SÛCÊ ŞER E!
Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sarıyıldız ku şahidê nêz yê Komkujiya Cizîrê ye û Profesorê Destûra Bingehîn û Hiqûqa Navnetewî Norman Peach beşdarî civînê bûn. Piştî Sarıyıldız rapor pêşkêş kir, Profesorê Destûra Bingehîn û Hiqûqa Navnetewî Norman Peach axivî û diyarkir ku dewleta Tirk tiştên ku di dema berxwedana xwerêveberiyên xweser de li Cîzre, Silopiya, Nisêbin û Sûrê kirî di hiqûqa qada navnetewî de sûcê şer e.
Norman Peach destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo van herêman bi awayekî rêk û pêk xwe amade kir, êrîş kir û wiha got; “Dewleta Tirk li herêmên ku êrîş kirî her çiqas welatiyên li herêmê weke PKK’yî da nîşankirin jî ev ji rastiyê dûrin. Ji ber ku herêmên ku hatî hedef kirin cih û warê sivîlan bû. Êrîşa bi ser sivîlan û koçberkirina sivîlan ji warê xwe bi eşkere dikeve çarçoveya şerê dijî mirovahiyê de.”
‘EGER KONSEYA EWLEHIYA NY BIXWAZE, DIKARE BÊ DARIZANDIN’
Peach wiha domand; “Dadgeha Cezayê Navnetewî dikare rast e rast Tirkiyeyê ji ber cezayê şer û dij mirovahiyê bi darazîne. Ji ber ku Tirkiye îmze ne avêtiye li binê gelek peymanên navnetewî. Li ser daxwaza Konseya Ewlehiya Navnetewî DCN (Dadgeha Cezayê Navnetewî) dikare Tirkiyeyê di DCN de bi darizîne.”
‘HINCETÊN TIRKIYEYÊ BÊ WATE NE, NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Peach diyar kir ku her çiqas dewleta Tirk bûyerên ku li herêmê qeweimî weke operasyonên ewlehiyê bi nav bike jî, di raporên NY de û saziyên din yên derxistî holê di wê pêvajoyê de dewleta Tirk di pratîkê de derdikeve holê ku şerekî vekirî heye û wiha domand; “Wan roj an di çarçoveya plan hilweşandinê de bajar hatin xirab kirin û bi erdê re kirin yek. Dewleta Tirk ku li wan herêman tenê bi komkujiyan xwe têr ne dît, di heman demê de welatiyên li herêmê bi awayekî giştî bi zorê koçber kir. Mînaka vê li Sûrê hate jiyîn. Dema ku şer nebe koçberkirina mirovan ji warê xwe û herêmên hatine valekirin bi demografiya wê leyistin û guherandin di hiqûqa navnetewî de sûçê şer û dij mirovahiyê ye.”
‘HOVITÎ BÛ....’
Peach diyar kir ku pîsporên hiqûqa navnetewî ku bûyerên li Cîzre, Sûr û Nisêbînê weke sûcê şer qebûl kirin û wiha domand; “Bedenên kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji aliyê leşkeran ve leyîstin û parçekirin, kiryarekî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Li van deran tenê em behsa mirinan nakin di heman demê de em qala hovitiyekê dikin. Her çiqas dewleta Tirk di vê mijarê xwe parastina xwe bike, tiştên ku kirî sûcê şer û dij mirovahiyê ye. Weke min di destpêkê de jî diyarkirî divê ji bo darizandina dewleta Tirk Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî bikeve dewrê.”
SARIYILDIZ: LI ROJHILATA NAVÎN HÎTLER MEZIN DIBE, DIVÊ PÊŞÎ LÊ WERE GIRTIN
Piştî axaftinên Peach, Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sarıyıldız beriva pirsan da û wiha got; “Li Cîzre ya ku ez lê dayikbûyîm û mezinbûyîm bi hemû tiştê xwe şerekî vekirî û sûçê şer û mirovahiyê hate kirin. Ev li pêşiya çavên cîhanê çêbûn û saziyên navnetewî agahiya wê jê hebû, li vir em carek din bang li NY dikin. Ji ber armanca we ya avakirinê li ser bûyerên li Cîzre de herin û berpirsan bidarizînin.”
Herî dawî Sarıyıldız wiha got; “Li Tirkiye û Rojhilata Navîn dîktatorekî ku destê wî bi xwîn bi şêweyê Hitler û Mussolini mezin dibe’ û wiha axaftina xwe bi dawî kir; “Eger pêşiya dîktatorê ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn mezin dibe neyê girtin, ev gefeke mezin e ji bo me hemuyan. Ez bang li hêzên navnetewî û NY dikim ku politîkayên xwe li ber çavan re derbas bike û wê ti caran serê van komkujiyan neyê girtin.”