Elmanya leşkerên xwe ji Hewlêrê derdixîne û dişîne Bexdayê

Artêşa Elman ku ji sala 2014'an û pê ve li Başûrê Kurdistanê dest bi perwerdeya leşkerî ji bo pêşmergeyan kir, mîsyona xwe diqedîne. Li gorî plana nû ya hikumeta Merkel, artêşa Iraqê wê li şûna pêşmergeyan êdî destekê û perwedeyê bide artêşa Iraqê.

Sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên giran birin ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê, 150 leşkerên artêşa Elman dest bi perwerdekirina pêşmergeyên Rêveberiya Herêmî ya Federal a Başûrê Kurdistanê kirin.

Di peymana koalîsyonê ya navbera partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) de hatibû ragihandin ku wê mîsyona perwerdeyê ya li Hewlêrê bê qedandin. Piştî ku endamên SPD'yî ji avakirina hikumeta koalîsyona nû re gotin 'erê', desthilatdariya bi lîderiya serokwezîr Merkel di mijara mîsyona artêşa Elman a herêmê de xebatên xwe zêde kir.

Li gorî agahiyên di çapemeniya Elman de hatein weşandin, Wezîra Parastinê Ursula von der Leyen û Wezîrê Karên Derve Sigmar Gabriel wê tezkereya li ser wezîfeya nû ya artêşa Elman a li Iraqê îmze bikin. Li gorî tezkereyê, perwerdeya ji bo pêşmergeyan tê qedandin û perwerdeya ji bo artêşa Iraqê dest pê dike. Tê payin ku tezkere vê mehê li meclîsa federal bê qebûlkirin.

WEZÎRA PARASTINÊ SOZA XWE BI CIH NEANÎ

Li gorî tezkereya nû, mîsyona artêşa Elman a li dijî DAÎŞ'ê ya li Iraqê, bi rengê ku 'têkûzkirina aramiya li welêt ji bo demeke dirêj' ji nû ve hate sererastkirin.

Rojnameya Handelsblatê cih da vê belgeya li ser pêşnûmeya tezkereya nû: "Mîsyona artêşa Elman a li Bakurê Iraqê serketî bû, DAÎŞ ji herêmê dûr xist. Lê belê li herêmên din ên Iraqê heman xeterî dewam dike."

Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Ursula von der Leyen meha bihurî çû paytexta Iraq Bexdayê û anîbû ziman ku leşkerên Elman wê ne tenê ji bo pêşmergeyan, ji niha û pê ve desteka perwerdeyê bide hêzên ewlekariyê yên li tevahiya vî welatî. Lê belê berevajî vê daxuyaniya wezîra parastinê, biryar hate dayin ku mîsyona ji bo pêşmergeyan bi temamî bê qedandin.