Çalakiya bibîranînê ya li Zurichê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi sînevîzyona li ser Sinan Ateş domiya. Di çalakiyê de li ser navê TKEP/LENİNİST, HBDH, DKP-BÖG, MLKP, TKP/ML, PYD, KKP û MKP’ê axaftin hatin kirin.
Li ser navê HBDH’ê jî axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku ev mehek e li kolanan ji bo Efrînê çalakî hene. HBDH’ê diyar kir ku li hemberî van êrîşan divê mirov wekî Deniz, Mahir û İbo’yan derkevin pêş û têbikoşin. Axaftina HDBH’ê bi slofganên ‘Em ê faşîzmê têk bibin û ew ê gelê me bi ser bikeve’ bi dawî bû.
Li ser navê TKEP/LENİNİST jî hate gotin ku Sinan Ateş yek ji wan kesên pêşîn bû ku li ser banga ji bo Kobanê berê xwe da şoreşê.
TKEP/L’yê jî diyar kir çawa ku li Kobanê dewleta faşîst têk çû,ew ê li Efrînê jî têk biçe.