21:36
Artêşa Tirk a dagirker li Şerayê sivîlek din jî qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê sivîlek din jî qetl kir.
19:50
Partiya Komunîst a Bakurê Efrîqa (SACP), ragihand ku qetlamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê bi zimaneke tund rexne dikin.
19:47
Bi hezaran kesên li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser navçeya Şerayê herikîn navçeyê, li dijî êrîşan wê heta sibe nobedê bigirin.
19:46
QSD û hevparên wê, bi daxuyaniya hevpar a dayî ji ber sedema bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî qetlîamên li Efrînê ragihand ku wê hêzên xwe yên li rojhilatê Firatê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dikirin bişînin Efrînê.
19:45
Sîyasetmedarên jin ên Fransî, bi armanca bibin besiva kampanyaya navneteweyî ya “Jin ji bo Efrînê li ser lingan e” ku Kongreya Star dabû destpêkirin, li parlemetoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
17:49
Di encama bomebebarana artêşa Tirk a dagirker a bi li ser herêma Cindirêsê de, endamê kadroyê tenduristiyê yê Nexweşxaneya Avirin, Dr. Şiyar Hecî Ebdo şehîd bû.
17:44
QSD'ê bîlançoya roja 46'an a 'Berxwedana Serdemê' eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 seat ên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.
16:59
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Mîrkan û Kaxira yên navçeya Mabata de, du sivîl şehîd bûn, sivîlekî din jî birîndar bû.


15:32
Li derdora gundê Metînayê şer giran e
Li derdora gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên YPG/YPJ'ê de şerekî dijwar diqewime.
15:27
15:10
14:39
14:34
13:43
Bomberdûmana li ser Cindirêsê dewam dike
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji 20'ê Çileyê ve didomin. Di roja 46'an de careke din bombe li navenda Cindirêsê hate barandin. Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran êrîş kir û topan diavêje navend û derdora navçeya Cindirêsê.
Wekî din li gundê Sînka yê navçeya Şerayê di navbera şervanên YPG'ê û hêzên Tirk ên dagirker de şerekî dijwar diqewime.
13:37
12:59
12:13
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê jî bi balafirên şer bombe li navenda Cindirêsê barand.
Li ser encama bomberdûmanê agahî bi dest neket.
Artêşa Tirk duh bi balafirên xwe yên şer komkujiyek li Cindirêsê kiribû û gelek welatiyên sivîl şehîd bûbûn.
11:50
11:05
Bi hezaran jin li ser rêya Efrînê ne
Jin ji herêmên Firatê, Cizîr, Dêra Zorê, Reqa, Şengal û beşên din ên Kurdistanê bi rê ketin. Jinên ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hev civiyan, dixwazin 8'ê Adarê bi jinên Efrînî pîroz bikin. Jin her wiha dixwazin tevlî çalakiyên li Efrînê yên li dijî dagirkeriya Tirk bibin. Girseya gel gihîşte Minbicê.
Koma ji jinan roja Duşemê gihîştibûn bajarê Kobanê yê herêma Firatê. Piştre tevî jinên ji Minbic û Reqayê berê xwe dan Minbicê. Piştî Minbicê jin wê xwe bigihînin Efrînê.
11:05
11:04
11:03
11:02