Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Zirne êrîşî hêzên Iraqê kirin
Komeke çeteyên DAIŞ’ê saet di derdorî 09:00’ê şêvê de êrîş gundê Zurne yê Baqirtê ya girêdayî navçeya Mexmûr ya di bin kontrola hêzên Iraqê de ye kirin.
Komeke çeteyên DAIŞ’ê saet di derdorî 09:00’ê şêvê de êrîş gundê Zurne yê Baqirtê ya girêdayî navçeya Mexmûr ya di bin kontrola hêzên Iraqê de ye kirin.
Komeke çeteyên DIAŞ’ê îşev saet derdorî 09:00’an êrîşî hêzên Iraqê yên li gundê Zirne yê Baqirtê ya girêdayî navçeya Mexmûrê kirin.
Di van kêliyan de şer dewam dike, têkildarî encamên şer heta niha agahiyên befireh nehatine bidestxistin.
Her wiha beriya çend rojan jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî heman herêmê kiribû û 4 gund ji destê hêzên Iraqê standibûn.
Hêjayî gotinê ye piştî êrîşên hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ya di 16’ê Cotmehê de ji Kerkûk bigire heta gelek herêmên dikevin xeta 36’an hate dagirkirin û kete bin kontrola hêzê Iraqî. Ji wê rojê heta niha nakokiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de çareser nebûye.