Li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Siwêdê çalakiya ji bo Efrînê

Êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a li ser Efrînê li pêşiya Wezareta Karê Derve a Siwêdê bi çalakiyekê tê protesto kirin.

Komeke Kurdistanî di saet 15:30’an de li pêşiya avahiya Wezaretê kom bûn, pankartên li ser nivîsa êrîşên li ser Efrînê divê bê rawestandin û wêneyên sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetil kirin hilgirtin û dirûşmên dewleta Tirk şermezar dikin, berz dikin.

Di axaftina hatî kirin de hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk qanûnên Navneteweyî , biryara agirbesta Neteweyên Yekbûyî binbê dike û li hemberî sivîlan qetlîaman pêk tîne. Welatên Rojava li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêden dimînin, di heman demê de ev yek tê wateya destûr didin êrîşên dewleta Tirk jî,

Di çalekiyê de bang li Hikûmeta Siwêd, Yekîtiya Ewropaya dawi li polîtîkaya xwe ya du rû bîne û bikeve nava hewildanan ji bo rawestana êrîşa li ser Efrînê. Her ku diçe hejmara kesên tevlî çalakiyê dibin zêdetir dibe.

Kurdistaniyên li taxên cuda yên Stockholmê jiyan dikin, ji bo tevlî çalakiyê bibin bi awayek kom tên pêşiya Wezaretê.

Di çalekiyê de dirûşmên “Li Efînê xwin diherike, Cîhan bêdenge”, “Qatîl Erdogan, Yekîştiya Ewropa du rû ye”, “YPG/YPJ gel e, gel jî emîn”, “Bijî berxwedana Efrînê” û “Artêşa Tirk ji Efrînê derkeve” tên berzkirin.

Çalakger tîne ziman ku heta hevdîtinê bi rêveberên Karê Derve re pêk bîne wê çalakiyên xwe bidûmîne.