ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Adara 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Adara 2018'an.
- Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.
- Berdevka TJK-E Dilşa Osman destnîşan kir ku wê pîrozbahiyên îsal ên 8'ê Adarê diyarî jinên berxwedêr ên li Efrînê bikin û got, "Em bang li jinan dikin ku bi ruhê berxwedana Efrînê dakevin qadan."
- Ji roja destpêkirina Berxwedana Serdemê ve li navçe û kolanên Efrînê dengê helbestvan Şîraz Hemo deng vedide. Li merasîman, li çalakî û meşan, ji megafonê dengê Şîraz tê. Şîraz dibêje, "Felsefeya Rêber Apo mîna bayekî li her devera vî bajarî belav bû. Ya ku li bajêr deng vedide ev deng e."
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ev 46 roj in dewam dikin. 21 firinên il navenda bajêr û navçeyan, ji ber bomberdûmana balafirên şer û topbaranê hilweşiyan.
- Rêxistinên jinan ên li Efrînê li ser êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê ku sivîlan dikujin bikeve nava liv û tevgerê.
- Şervana YPS-Jinê Avesta Zend destnîşan kir ku berxwedana li dijî sîstema serweriya mêr ji bo wan esas e û got, "Em bang li hemû jinan dikin ku pêşengiyê ji berxwedanê re bikin."
- Artêşa Elman ku ji sala 2014'an û pê ve li Başûrê Kurdistanê dest bi perwerdeya leşkerî ji bo pêşmergeyan kir, mîsyona xwe diqedîne. Li gorî plana nû ya hikumeta Merkel, artêşa Iraqê wê li şûna pêşmergeyan êdî destekê û perwedeyê bide artêşa Iraqê.