Li gelek bajaran kongreyên NCDK'ê hatin lidarxistin
Li gelek bajarên Ewropayên kongreyên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel hatin lidarxistin.
Li gelek bajarên Ewropayên kongreyên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel hatin lidarxistin.
Li gelek bajarên Ewropayên kongreyên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel hatin lidarxistin.
MARSÎLYA: Kongreya NCDK a bajarê Marsîla yê Fransayê bi şiyara "Em xwe bi ruhê Efrînê bi rêxistin bikin" bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û delegeyan hate lidarxistin. Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz û endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan li kongreyê axivîn. Sariyildiz destnîşan kir ku çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan ên li Ewropayê ku ji bo Efrînê li dar dixin, divê heta encam bê girtin bidomin. Sariyildiz got, "Tevî hemû zor û zehmetiyan ciwanên me li Efrînê li ber xwe didin. Ya ku dikeve ser milê me jî xwedîderketina li vê berxwedanê ye." Di dawiya kongreyê de 10 komîsyon, 96 kesên meclîsa nû hatin hilbijartin û Nezahat Şahîn û Tûran Akbal bûn hevserok.
RENNES: NCDK a bajarê Rennes ê Fransayê jî kongreya xwe pêk anî. Siyasetmedarê Kurdi Xebat Ocalan li vê derê pêvajoya siyasî nirxand. Piştre rapora li ser karê salekê hate nirxandin. Di encama hilbijartinê de Sûat Pala û Saadet Kiliç bûn Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rennesê. Ji bo meclîsa gel a ji 9 komîsyonan pêk tê, 18 jê jin 50 kes hatin hilbijartin.
MONTPELLÎER: NCDK a bajarê Montpellîer ê Fransayê kongreya xwe ya pêncemîn li dar xist. Di kongreyê de işaret bi Berxwedana Serdemê ya li Efrînê hate kirin û banga xurtkirina piştgiriya bi berxwedanê hate kirin. Piştî nirxandina rapora li ser karê salekê, rêveberiya nû hate hilbijartin.
CENEVRE: NCDK-S jî kongreya xwe ya 5. li bajarê Cenevre yê Swîsreyê pêk anî. Di kongreyê de ku berxwedana Efrînê hate nirxandin, 37 kes ji bo meclîsê hatin hilbijartin. Salîh Saglam û Muzeyyen Orhan jî ji bo hevberdevkiya meclîsê hatin hilbijartin.
LOZAN/NEUCHÂTEL: Li bajarên Lozan û Neuchâtel ên Swîsreyê, Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A) kongreyên xwe pêk anî. Huseyîn Torûn û Hatîce Kandal ji bo hevberdevkiya HDK-A ya li Lozanê hatin hilbijartin. Di kongreya Neuchâtel de jî rêveberiya ji 4 kesan hate hilbijartin.
ARNHEM: NCDK a bajarê Arnhem ê Hollandayê kongreya xwe ya 13. li dar xist. Li dû nirxandina rewşa siyasî, rapora li ser karê salekê hate xwendin û piştre rêveberiya nû hate hilbijartin. Meral Sapan û Serhat Çinar bûn hevserokên NCDK a Arnhemê.