KCDK-E: Li hemberî qetlîaman em dakevin qadan
KCDK-E’yê li hemberî qetlîama li Efrînê banga daketina kolanan kir û got, “Tekane rêya ku berxwedana Efrînê bigihêje serfiraziyê ev e ku, divê em bi hemû hêza xwe tevlî berxwedanê bibin.”
KCDK-E’yê li hemberî qetlîama li Efrînê banga daketina kolanan kir û got, “Tekane rêya ku berxwedana Efrînê bigihêje serfiraziyê ev e ku, divê em bi hemû hêza xwe tevlî berxwedanê bibin.”
KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Dewleta Tirk û Rûsya yên barbar û dagirker êrîşî Efrînê dikin. Di dagirkeriyê de bi sedan zarok, jin û kal û pîrên sîvîl tên qetilkirin.
Dewleta mêtinger a Tirkiyeyê bi balefirên şer û tank û topan êrîşî navçeyeke biçûk dike û li vê derê sîvîlan qetil dike.
Cîhan a ku her dem qala medeniyet, şaristanî û nirxên demokratîk dike, bêdeng e. Dewleta Rûsyayê yekser destûrê dide vê jenosîdê û tevî dewleta Tirkiyeyê qetlîamê dike. Temaşekirina vê hovîtiya ku li Efrînê tê kirin, sûcê mirovayetiyê ye.
Gelê Efrînê bi giyanê berxwedanê li hemberî dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî dike. Bi deh hezaran kes ax û cî û warên xwe diparêze û vê berxwedana xwe di roja 45’an de jî didomîne.
Em bang li hemû gelê xwe yê welatparês, kesên demokrat, şoreşger, sosyalîst, mûxalîf, ronakbîr û hunermendên li Ewrûpayê û li her dera cîhanê dikin ku bila dakevin qadan û li hemberî Tirkiye û Rûsyayê çalakiyên protestoyê li dar bixin.”