Rapora Cizîrê ya HDP’ê li Cenevreyê hate eşkerekirin

Rapora Cizîrê ya ku HDP’ê têkildarî êrîşên li Cizîrê yên dewleta Tirk amade kiribû, bi daxuyaniyekê hate weşandin.

HDP’ê rapora têkildarî êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê ya sala 2015’an li Cenevreyê eşkere kir. Rapora bi navê ‘Anatomiya Hovîtiyekê’ ji 135 rûpelan pêk tê. Rapor sûdê ji lêkolînên saziyên neteweyî û navneteweyî werdigire. Rapor li bajarê Cenevreyê ya Swêdê li Navenda Kluba Çapemeniyê ya Swêdê hate eşkerekirin a ku bi sedan endamên wê yên rojnameger û saziyên rojnamegeriyê hene.

 

‘SÛCÊ ŞER’

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sarıyıldız ê ku şahidê Qetlîama Cizîrê bû, Profesorê Hiqûq û Destûra Bingehîn ê Navneteweyî Norman Paech tevlî civînê çapemeniyê bûn. Sarıyıldız li vê derê rapor pêşkêş kir û diyar kir ku tiştên li Cizîrê pêk hatine sûcê şer e û got, “Ligel ku ev tiştên hovane pêk hatine jî, NY û hêzên navneteweyî hê jî bêdeng in, ev tişt nayê qebûl kirin.”

Sarıyıldız got ku, “Dewleta Tirk di 14’ê Kanûna 2015’an de dora Cizîrê Girt û 79 rojan bomberdûman kir û li vê derê qetlîamên hovane kir. Ji ber ku cenaze hatine texrîbkirin û lêpirsîneke xurt nehate kirin hê jî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ne diyar e, lê tê texmînkirin ku 280 kes e. Ji nav kesan nasnameya 262 kesan hatiye tespîtkirin û 18 kes jî di Goristana Bêkesan de ye.”

‘DEWLETÊ SÎVÎL KIR HEDEF’

Sarıyıldız bi bîr xist ku di 20’ê Çileya 2016’an de heyetê li ser Rêya Nisêbînê xwest birîndaran werbigire lê gule li heyetê hate reşandin û li vê derê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de 12 kes jî birîndar bûbûn.

‘BI ÇEKÊN GIRAN SÎVÎL BÛN HEDEF’

Sarıyıldız bal kişand ser vî tiştî ku di dema ablûkayê de jiyana rojane hate sekinandin û got, “Mirov bi rojan nikaribûn ji malên xwe derkevin. Bi sirûda Mehterê li ser gel zextên psîkolojîk dihat kirin. Dewletê berê wanayên avê girt û piştre gule bera depoyên avê da û dîregên elektrîkê rakir.”

Sarıyıldız qala ‘Bodrûmên Wehşetê’ jî kir û got, “Li Bodrûmên Wehşetê yên li Taxên Cûdî û Sûrê bi sedan kes hatin qetilkirin. Li vê derê 25 jê zarok bi giştî 177 cenaze hatine derxistin.  Di bodrûman yekemîn de 31, di ya duyemîn de 62 û di ya sêyemîn de jî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.”

‘DELÎLÊN SÛCER ŞER DI BODRÛMAN DE HEBÛ’

Sarılyıldız diyar kir ku li kolanan û li bodrûmên wehşetê gele guleyên tank û topan hebû. Di heman demê de li bodrûman hestiyên mirovan û muhîmatên leşkerî jî hebû. Ji ber ku cenaze şewitîbûn, hin çekên nenas û cihê hatine bikaranîn.”

‘TUNÇ BI TELEFONÊ DIYAR KIRIBÛ KU EW Ê QETLÎAM PÊK WERE’

Sarıyıldız diyar kir ku Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tunç û çend kesên din bi rêya telefonê diyar kirine ku ew ê qetlîamek pêk were. Tunç di heman dîrokan de bi rêya telefonê tevlî Konferansa Kurdan a Navneteweyî ya 12’emîn bû û ji bo bidawîkirina vê wehşetê bang kiribû.”

Civîna çapemeniyê bi axaftina Profesorê Hiqûq û Destûra Bingehîn ê Navneteweyî Norman Paech didome.

Li vê derê tu dikarî xwe bigihînî hemû raporê: