NAV-DEM: 8'ê Adarê li jinên berxwedêr ên Efrînê pîroz be
NAV-DEM'ê 8'ê Adarê li jinên ku tevlî Berxwedana Serdemê bûne pîroz kir û destnîşan kir ku jin wê bi hevgirtin, rêxistinbûn û wêrekiyê bi ser bikevin.
NAV-DEM'ê 8'ê Adarê li jinên ku tevlî Berxwedana Serdemê bûne pîroz kir û destnîşan kir ku jin wê bi hevgirtin, rêxistinbûn û wêrekiyê bi ser bikevin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "8'ê Adarê li jinên Kurd ên li Efrînê bi lehengî şer dikin pîroz be" û hate destnîşankirin ku li hemû eniyên Rojava çeteyên dijminê jinan tên têkbirin û dîrok tê nivîsandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedana jinên Kurd a li eniyên Efrînê ji bo hemû jinên li gelemperiya cîhanê bûye çavkaniya îlhamê û hate gotin, "Divê jin hemû bibin dengê têkoşîna li Efrînê, dengê jinên li eniyên berxwedanê şer dikin. Pêwîste ev berxwedan bibe keda her kesî. girîng e hemû jinên cîhnê bi jinên Efrînê re bin û ruhê 8ê Adarê bigihînin Efrînê. Bi ruhê jinên ku bi ruhê Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan li ber xwe didin, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê watedar bibe."
NAV-DEM'ê bang li hemû jinên dildarêna zadiyê kirin ku bi ruhê fedayî yê Avesta Xabûr dakevin qadên 8'ê Adarê.